Akin Bîrdal: Divê êdî cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ were ragihandin 2025-10-26 14:58:12 ÎZMÎR - Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê weke gaveke mezin nirxand û got: “Bi geşedanên diqewimin re êdî divê bikaranîna ‘mafê hêviyê’ were ragihandin.”    Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) vedikişînin “Herêmên Parastinê yên Medyayê.”   Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal têkildarî biryarê axivî û weke gavek mezin nirxand. Bîrdal, got: “Di daxuyaniyê de mijara balê dikişînin ser ew e ku gavên hiqûqî bêyî bên taloqkirin bên avêtin. Her wiha yasayên entegrasyonê ku di daxuyaniyê de balê dikişînin ser, ji bo hiqûqa veguhêz û tevlibûna siyaseta demokratîk pir girîng in. Nirxandinên Enqereyê erênî ne. Hêvîdarim ku di hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokkomar de esas were girtin, gavên girîng bên avêtin û Meclisê bêyî bi demê re vehêle yasayên entegrasyonê derxîne. Di Qanûna Înfazê de bêhiqûqtiyek heye û hewceye li ser van qanûnan guhertin bên kilrin. Peyva ‘efûyê’, tê wateya efûkirina sûcekî. Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkoşîna wekhevî û têkoşînê ye, ne sûc e. Lewma divê yasayên li gorî vê bên derxistin. Hewceye girtîgeh bê valakirin.”    'MAFÊ HÊVIYÊ’     Akin bîrdal, destnîşan kir ku bi geşedanan re divê êdî were ragihandin ku “mafê hêviyê” dikare were bikaranîn û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikare fikrên xwe bi rehetî bibêje. Divê gavek were avêtin ku civak bibêje pêvajo dualî dimeşe. Êdî dora dewletê ye û hewceye ji vir şûnde her kes piştgiriyê bide pêvajoyê.”    MA / Ugurcan Boztaş