Ji Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu: Heke şert bên avakirin dê vekişîn hêsan be 2025-10-26 16:39:10 QENDÎL - Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu ku tev li daxuyaniya li Qendîlê bû, diyar kir ku ew ne “aşiqê çekê ne” û bal kişand ser siyaseta demokratîk. Palu, got: “Heke şert û merc bên avakirin, dê vekişîn jî hinek hêsantir be.”    Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) di çarçoveya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê de dest bi vekişîna “Herêmê Parastinê yên Medyayê” kir. Têkildarî vekişînê îro li Qendîlê daxuyanî hat dayin. 8 jê gerîlayên jin bi giştî 25 gerîlayê vekişîn jî tev li daxuyaniyê bûn.     Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Xerzanê Devrîm Palu ku pêşengtiya koma gerîla dikir, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên têkildarî biryara vekişînê bersivand.    Palu, da zanîn ku wan li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya vekkişînê dane destpêkirin û naxwazin destûrê bidin provokasyonan. Palu, destnîşan kir ku we naxwazin zirarê bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Bi taybet jî li cihên rîska wan heye biryareke wiha hate dayin û vekişîn bi vî awayî bû.”    BAL KIŞAND SER ‘ZEMÎNA DESTÛRA BINGEHÎN’     Di berdewamê de Palu, îşaret bi fikarên gel kir û got: “Fikarên heyî tiştekî xwezayî ye.” Palu, anî ziman ku weke tevger bala wan li ser bitendurist pêşveçûna pêvajoyê ye û got: “Ji bo vê jî weke tevger, me gelek helwest raber kirin. Anku gelek gav hatin avêtin. Bêguman nêzikatiya aliyê din jî girîng e. Di çarçoveya banga Rêbertiya xwe de; di mijara avakirina zemîna yasayî, destûra bingehîn de tiştekî berbiçav tune ye. Hewceye hêzên dewletê gavên jidil biavêjin. Nexwe heke jidil nebin, heke vê pêvajoyê dîsa bi qurbanî hesabên hilbijartinê bikin, ev dê ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê bibe windahiyeke mezin. Yanî ne tenê ji bo Kurdan. Ji bo pêşîlêgirtina nêzikatiyeke wiha jî divê her kes bi berpirsyarî tevbigere û rast nêz bibe.”    AZADIYA ADULLAH OCALAN     Di berdewama axaftina xwe de Palu bal kişand ser têgeha “hiqûqa veguhêz” a di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Me serî li stratejiyeke nû da; stratejiya siyaseta demokratîk. Hiqûqa veguhêz ew e ku şert û mercên niha em tê de dijîn, derbasî zemîneke destûra bingehîn bibe.” Palu, got ku hewceye nêzikatiyên neyînî yên li hemberî wan bên terikandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hiqûqa veguhêz; heke muzakereyeke dualî hebe divê her du alî gavan biavêjin. Ya din, ji bo yek ji mijara diyarker jî rewşa Rêbertiyê ye. Sererastkirina şertên Rêbertiyê ye, azadiya Rêbertiyê ye. Heke di van mijaran de zemîneke yasayî û destûra bingehîn çêbibe, vaye ev e Hiqûqa Veguhêz. Wê demê dê pêvajo derbasî qonaxeke pir cuda bibe.”    Bi domdarî Palu bi bîr xist ku Abdullah Ocalan zêdetirî 40 sal in pêşengtiya Tevgera Azadiyê ya Kurd e û got: “Ji bo vê ye ku şert û mercên Rêbertiyê yan jî azadiya wî pir girîng e. Ev ne tenê ji hêla tevgerê ve, ji hêla gelê Kurd ve jî wiha ye. Heke niha li her çar parçeyên Kurdistanê li ser hebûn û statuya Kurdan nîqaş were kirin, ev encama têkoşîna Rêbertiyê ye. Lewma jî azadiya Rêbertiyê ji bo me pir girîng e.”    ‘EM NE AŞIQÊN ÇEKÊ NE’    Palu, diyar kir ku ew bi Abdullah Ocalan re dilsoz in û piştgiriyê didin her biryarekî wî. Palu, wiha domand: “Me ev yek bi hinek pratîkên xwe jî nîşan da. Hem daxuyaniya niha hem jî gavên berê hatin avêtin hene. Me bi van gavan nîşan da. Gerîla ne aşiqê çekê ne. Em dixwazin şert û mercên siyaseta demokratîk ava bibin.”    Palu, da zanîn ku têkildarî plansaziya pêvajoya vekişînê niha hêj tiştekî diyar nîne û wiha pê de çû: “Ji ber ku hema hema li hemû eyaletên bakurê Kurdistanê operasyonên cidî yên artêşa Tirk hene. Beşek ji wan di çapemeniyê de tên parvekirin. Lê yên nayên parvekirin jî hene.”    PLANSAZIYA VEKIŞÎNÊ    Palu, anî ziman ku 25 gerîlayên vekişiyayîn di şertên zehmet de vekişiyane û got: “Mesela, ev koma me ya vekişiyayî di şertên pir zehmet de vekişiya. Ji bo ku provokasyonek an jî rewşekî cuda dernekeve. Heke şert û mercan baştir bikin û şertên rehet bên avakirin, belkî wê demê vekişîn bi hêsanîtir çêbibe. Di van şert û mercan de vekişîn demê dixwaze. Ji ber ku ev şert û merc me didin zorê. Ji her herêmê, ji her eyaletê hevalên me hatin. Ji ber operasyon û kêmînan hinek zehmetî hatin kişandin. Astengî derketin. Anku bi temamî qeydên gerîlatiyê, bi baweriya xwe û di vê çarçoveyê de çêbû. Anku nêzikatiyeke wisa rehet nebû.”    BANGA JI BO GEL   Palu, destnîşan kir ku tevlibûna gel a pêvajoyê gelek girîng e û ev bang li gel kir: “Ji ber ku tişta tê nîqaşkirin ne muzakereya di navbera PKK’ê û hêzên dewletê de yan jî mesele ne pirsgirêka PKK’ê ye. Em behsa pirsgirêka Kurd dikin. Rastiyeke gel heye. Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm ê vê xakê ye. Ev 52 sal in em li ber xwe didin. Lê rastiyek heye ku têkoşîneke ji vê pir kevintir heye. Jin û ciwan hêzên herî dînamîk ên vê civakê ne. Heke ev gel bi awayekî çalak tev li vê pêvajoyê nebe, heke biryardariya xwe nîşan nede, wê demê ev xelet e. Tê wê wateyê ku lingekî pir girîng ê pêvajoyê kêm dimîne. Lewma jî divê gel pir xurt xwedî li vê pêvajoyê derkeve.”    Palu, bi lêv kir ku li gel Kurdan, her wiha divê gelên Tirkiyeyê jî piştgiriyê bidin pêvajoyê û axaftina xwe wiha qedand: “Tevahiya gelên Tirkiyeyê, tevahiya hêzên şoreşger û demokrat divê bi awayekî çalak tev li pêvajoyê bibin. Kesên aştîxwaz divê bi çalak tev li bibin.”    MA / Azad Altay