Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje 2025-10-30 10:51:08   AMED - Serokên Partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên bajarê Amedê, diyar kirin ku biryara vekişînê ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo mayindebûna aştiyê firsendekî dîrokî ye û gotin: “Divê dewlet bêyî bi demê re vehêle demildest gavên hiqûqî û şênber biavêje.”   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dest pê kir, bi biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê derbasî qonaxeke nû bûbû. Piştî vê biryarê, di 11’ê Tîrmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk li Şikefta Casenê merasîma çekşewitandinê li dar xist. Piştî van gavan, raya giştî li bendê ye ku dewlet jî gavan biavêje. Lêbelê gavneavêtina dewletê, di nava gel de rê li ber rexne û fikaran vedikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd, di demeke wiha de biryareke dîrokî da û ji bo pêşîlêgirtina provokasyonan, biryar da ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişîne.    Serokên Partiya Saadetê, Partiya Gelecekê û Partiya DEVA’yê yên bajarê Amedê, têkildarî pêvajoyê ji ajansa me re axivîn.    ‘PIRSGIRÊKA KURD MEZINTIRÎN PIRSGIRÊK E KU DIVÊ BÊ ÇARESERKIRIN’    Serokê bajar ê Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn, diyar kir ku divê her kes bikare di nava aramî û aştiyê de bijî û got: “Meseleya Kurd ji qasî tê xuyakirin gelek mezintir e. Li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hejmareke zêde ya Kurdan heye. Gavên li van deran tên avêtin dê bandorê li welat û herêmê bikin. Lewma girîng e ku pêvajo di çarçoveya aştî, xwişk-biratî û hiqûqê de bê meşandin.”     'DIVÊ DEWLET TAVILÊ GAVAN BIAVÊJE’   Ergîn, destnîşan kir ku hewceye dewlet jî demildest li hemberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtine gavan biavêje û wiha domand: “Li hemberî gavên rêxistinê yên weke çekberdanê û vekişînê, divê dewlet jî têkildarî van sererastkirinên yasayî bixe meriyetê. Verastkirinên hiqûqî divê şefaf bin, adilane bin û li gorî wijdana raya giştî bin. Rewşa endamên rêxistinê, çekberdan û vekişîna ji Tirkiyeyê divê bi saziyên dewletê re bi hemahengî bê meşandin. Ji bo rê nedin provokasyonan divê lez bidin pêvajoyê. Jixwe biryara rêxistinê ya vekişîna ji Tirkiyeyê jî nîşan dide ku dixwazin xwe ji provokasyonan dûr bigirin.”    ‘DI HER QADÊ DE HEWCEHÎ BI DEMOKRATÎKBÛNÊ HEYE’    Ergîn, bi lêv kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke cidî ya demokratîkbûnê heye û wiha pê de çû: “Niha, bi hemû rêbazan hewl didin muxalefetê bêdeng bikin. Ev jî di mijara demokratîkbûnê de ji gel re jidil nayê. Di her qadê de hewcehî bi demokratîkbûnê heye. Ji qeyûm heta bêdengkirina muxalîfan û girtina rojnamegeran, di qadeke berfireh de pêdivî pê heye. Weke mînak, neberdana Selahattîn Demîrtaş û hevserokan di serê gel de nakokiyê çêdike.”   PIRSGIRÊKA ZIMAN   Ergîn, da zanîn ku yek ji mijara herî girîng a pêvajoyê ziman e û got: “Yek ji mijara gelê me herî zêde li ser disekine jî meseleya ziman e. Parastina zimanekî û zindîhiştina wê ya li welatekî dewlemendî ye. Ev mijar tenê bi TRT Kurdî û dersên hilbijarî çareser nabe. Mixabin em dibînin ku Kurdî îro qels dibe û bi tunebûnê rû bi rû ye. Êdî nifşên ku ji zimanê dapîra xwe fêm dikin lê nikarin bi neviyên xwe re biaxivin hene. Divê mijara ziman di çarçoveya însanî û Îslamî de were parastin.”   ‘QONAXA KRÎTÎK’   Serokê Bajar ê Partiya Gelecekê Aydin Ataç jî anî ziman ku gava Tevgera Azadiyê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de qonaxeke krîtîk e û got: “Hewceye dewlet di vê qonaxê de bêyî guh bide bertekên civakê, gavên bibiryar biavêje. Girîng e ku komîsyon pêşniyarên şênber bike. Bi vekişîna ji Tirkiyeyê re dê avadaniya civakî jî xurt bibe. Hewceye zagon û destûra bingehîn bêyî xwe li sala 2026’an bê girtin werin amadekirin û civak jî daxilî pêvajoyê were kirin. Xebatên komîsyonê gelek dirêj ajot û divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv.”    ‘GIRÎNG E KU PÊVAJO BITENDURIST BIMEŞE’    Serokê Bajar ê Partiya DEVA’yê Mehmet Remzî Kaymak jî bi bîr xist ku pêvajo pir hêdî dimeşe û got: “Jixwe dema PKK’ê çekên xwe şewitandî hemû çalakiyên xwe bi dawî kiribû. Ev jî nîşaneyeke erênî ya pêvajoyê bû. Lê pêvajo pir hêdî meşiya. Geşedanên li girtîgehan pêş çavên gel diqewimin. Hewceye Meclis biryarên radîkaltir bide. Ji bo pêvajo bi ser keve divê komîsyona behsa xeberê yekser bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Bi entegrasyona demokratîk re bila kesên derve bikarin bên cem malbatên xwe û xwedî mafê siyaseta demokratîk bin. Divê gavên erênî tavilê bên avêtin.”    MA/ Melîk Varol