Dermankirina rojnamevan Aykol didome 2025-11-05 16:13:59 ENQERE - Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku piştî çend emeliyat enfeksiyonê xwe li pişika wî girt, cara çaran bi antîbiyotîkên cuda dest bi dermankirina wî hat kirin.    Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ê di 14'ê Cotmehê de li mala xwe ya Enqereyê xwin rijiya ser mêjiyê wî, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Aykolê ku piştî emeliyatan careke din xwîn xwe li mêjiyê wî girtibû, cara duyan hatibû emeliyatkirin. Her wiha piştî emeliyatan, enfeskyonê xwe li pişika Aykol girtibû. Ji ber vê Aykol di beşa lênihêrîna awarte de ye û xeteray jiyana wî didome.    Bijîşkên Aykol, ragihandin ku ji ber enfeskyonê di dermankirina bi rêya antîbiyotîkan de ketine qonaxa çarem.