Rêbazên li dijî tundiyê nîqaşkirin 2025-11-17 19:57:50       NAVENDA NÛÇEYAN – TJA û rêveberiyên herêmî yên DEM Partî di semînera ku di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de hat lidarxistin de, mafên qanûnî yên jinan û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberiyên herêmî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Rihayê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de, li navçeya Haliliyeyê semînerek li dar xistin ku mafên qanûnî yên jinan û aliyên hiqûqî yên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin. Semînera ku li Hola Konferansê ya Şaredariya Haliliyeyê hate lidarxistin, bala jinan kişand ser xwe.   Çalakî bi peyamên ku divê jin hem di rêveberiyên herêmî de û hem jî di hemû warên jiyana civakî de têkoşînek çalaktir û rêxistinîtir bidin bi dawî bû.   AGIRÎ   Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, TJA’yê bi jinên navçeya Panos a Agirîyê re atolyeyek li dar xist. Endamên Meclisên Jinan ên  DBP û DEM Partiyê ê û her wiha gelek jinên din beşdarî atolyeyê bûn.   Endama TJA’yê Dîlan Başboga di atolyeyê de bi kurtasî axivî û got: "Dewlet dixwaze îradeya ku jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistine ji destê wan bigire. Ev pergal hîn jî heye. Lê jinên Kurdistanê tu carî teslîmî vê pergalê nabin. Ew ê li her deverê ku lê bin û bi qîrîna "jin jiyan azadî" berxwedanê bidomînin."