Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye 2025-11-24 09:06:18 WAN - Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojhilat Helbest Remzbar Qendîl, diyar kir ku yek ji meseleya divê ew qezenc bikin jî azadiya Rojhilat û jinên îranî ye û got: “Divê jin bizanin ka dê di kîjan qadan de têbikoşin. Ev, amûra şoreşê ye.”   Her çiqas dewleta Îranê bi salan e bi polîtîkayên ku nasnameya jinan di navenda kontrola siyasî û civakî de dihêl û qadên jiyanê yên jinan sînordar dike jî, berxwedana jinan a li dijî vê rejîma zordar li gelek deverên welat, bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Civaka ku li dora dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hatiye birêxistinkirin, bingeheke civakî ya nû diafirîne da ku encamên van polîtîkayan bişkîne. Zordestiya li ser jinan a li Îranê ne tenê bi rêziknameyên cil û bergên mecbûrî dike ve sînordar e; ew li gelek qadan de belav dibe, ji perwerde û cihê kar bigire heta jiyana giştî û taybet. Her çend polîtîkayên dewletê yên li ser jinan nasnameya jinan kêm dikin kategoriyek civakî ya birêvebirî jî, rêziknameyên qanûnî û amûrên ewlehiyê mayîndekirina vê kontrolê misoger dikin. Li Rojhilat, ev zordestî dijwartir, berbiçavtir û sîstematîktir e. Jin li kolanan, li kar, li dibistanê û di her aliyê jiyana xwe ya rojane de bi êrişên desthilatdariya dewletê re rû bi rû dimînin.   Tundiya li dijî jinan ne tenê bi êrişên fîzîkî ve sînordar e. Pîspor dibêjin ku rejîma Îranê rêbazên zexta derûnî, aborî û civakî jî bi berfirehî bikar tîne ku vê jî wekî "tundiya nerm" bi nav dikin.    Endama Yekitiya Jinên Ciwanên Helbest Remzbar Qendîl têkildarî polîtîkayên rejîmê û li dijî vê têkoşîna ku ji aliye jinan ve tê dayin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.     ‘LI DIJÎ TUNDIYÊ TÊKOŞÎNEKE RAST Û KÛR DIVÊ’   Helbest Remzbar Qendîl, diyar kir ku hêzên desthilatdar bi salane li ser jinan komkujiyeke zirav didin meşandin û wiha axivî: “Tevgera jin û têkoşîna jin di Kurdistanê de û bi giştî cîhanê de ji bo tespîtkirina van tundîtujiyê têkoşîn dike û di vê oxirê de jî bi hezaran şehîdên wan hene. Ji ber wê mirov dikarê vê mijarê pir berfireh binirxîne û ev jî dîrokeke pir dûr û dirêj bi van tespîtan heye. Ev hişmendiya mêrê serdest zext li ser jinan dike û jinê ditepisîne. Di civakê de mirov dikare pir tiştan binirxîne. Tundiya fizîkî bi destdirêjî, tacîz û di temenê biçûk de zewac tiştên pir berçav in. Van em bi rojane dibînin. Pir caran em nûçeyan de dibînin ku jin tên şewitandin, tên qetilkirin û di kolanan de li ber çavê herkesî tên qetilkirin. Ev zext û tundiyê ya li dijî jinan pir berçave. Lê ji aliyeke din ve jî niha pergala modernîteya kapîtalîst ev tundiyeke nerme û mirov nikare yek alî dest bigire. Di aliyê fîzîkî, di aliyê ruhî de û di aliyê derûnî de tundiya ku tê meşandin divê baş bê dîtin. Divê zanebûneke jintiyê di ciwanan de çêbibe. Helbet di şexsê jin, ciwan û nifşê nû yê ku çêdibe ev tundiya ku tê meşandin hin ziravtir û girantir dibe. Em nikarin tenê vê tundiyê di aliyê derûnî ve jî sînordar bikin. Ev tundiye fîzîkî jî tê meşandin. Hevdu bi hevre hevdu temam dikin û di şexsê jinê de çi fîzîkî û çi rihî civakê tune dikin. Ji ber wê jî vê tundiyê re têkoşîneke kûr û rast jê re pêwîst dike."   'TUNDIYA NERM' A REJÎMÊ   Bi domdarî Helbest Remzbar Qendîlê bi lêv kir ku piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” rejîmê li herêmê tundiyeke nerm xiste meriyetiyê û wiha domand:" Tundiya ku tê kirin mijareke gerdûnî ye, ne tenê girêdayî parçeyekî, girêdayî cihekî û girêdayî welatekî ye. Lê li Rojhilat tundiya ku jin rû bi rû dimînin mirov dikare hineke din şênber bike. Ji xwe şoreşa, 'Jin Jiyan Azadî' helwesteke li hemberî vê tundiyê bû. Civak bi vê re rû bi rû dihat, jin rû bi rû diman. Ew zextên feodalîzmê û desthilatdariyê bersiva xwe di şoreşa,' Jin Jiyan Azadî' de girt. Lê hin jî bi taybet jî piştî şoreşa,'Jin Jiyan Azadî' ew hişmendiya desthilatdarên ku li ser jinê tundiyê dimeşîne rê û rêbazên xwe guherand û tundî zêdetir kir. Raste di hin aliyan de qaşo xwe nerm kir û xwest ku xwe wisa bide nîşandan lê di rastiya xwe de ne wisa bû. Qetilkirina jinan her berdewam kirin, me dît zarok tên tecawîzkirin. Herî dawî di kargehekî de ji ber ku dewletê rolê xwe baş nelîst û berpirsyarî negirt bi dehan jin hatin şewitandin û 2 ji van jî şehîd ketin. Ev hemû mînak in ku desthilat zextên xwe li ser jinên ciwan berdewam bike. Mirov dikare ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bibêje ku rexmî ku têkoşîn û berxwedana jin heye tundî hê berdewam dike. Çiqas xwe nerim bike jî rê û rêbazên xwe diguherîne. Lê encam tunekirina kesayeta jin, îradeya jin û fikrê jin û rola jine. Di vê sedsalê de jî hîn ev tê armanckirin."   KUJERÊ KASTÎK    Di berdewamê de Helbest Remzbar Qendîlê da zanîn ku hişmendiya serdest bingehê vê ji hişmendiya “Kujerê kastîk” digire û got: "Bingeha êrişên ku li ser jin tên kirin, rêbertî jî manifestoya xwe ya dawî de ev pir aşkere nîşan da. 30 hezar salin desthilatdariyek heye, hişmendiyeke heye. Ev hişmendiya kujerê kastîk hîn berdewam dike. Desthilatdarî wisa qalibê xwe digire, xwe ava dike û jinê jî li gorî xwe ava dike. Ji ber wê jî ev bingeh û çavkaniya zext û tundî bingehê xwe ji vir digire. Rêbertî bi berfirehî di dîrokê de destpê dike. Çawa kujerê kastîk xwe heta îro anî ye û birêxistin kiriye. Rêbertî bi berfirehî di manîfestoya xwe de behs dike. Heke ku îro me karî be hebûna xwe bibinin û me karî be kujerê kastîk em tespit bikin, nas bikin û li dijî vê têkoşîn bikin ev bi riya hiş û felsefeya Rêber Apo çêbû. Rixmî ku Rêber Apo di bin tecrîta giran a li Îmraliyê de jî bû, ev tişt tespîtkirin, keda vê da û pênaseyeke nû dît ku em bikaribin ser bikirin. Em nikarin bibêjin ku bingeha vê ya dewletekî ye, birayekî ye, hezkiriyekî ye. Em nikarin wisa bigirin dest. Ji ber ku ev hişmendiya kujerê kastîk hişmendiyeke cîhanî ye. Di şexsê hêzên hegemon û yê ku li ser me sermeyadar û jinê weke amûrek bikar tîne mirov dikarê kujerê kastîk de bibine. Lê dewletên ku xwe demokratîk nekirine û paradîgmaya wan li ser esasbûna demokratîkbûna civakê nebe dibin amûrê van hêzên hegemon. Di her cihekî de û netewekî de ev hişmendiye xwe bi rêya van dewletan belav dike. Ne em dikarin bibêjin dewlet bêqisûr in û çavkanî ji wan nayê tişteke hegemon û cîhanî ye û ne jî em dikarin bibêjin dewlet nîne. Ev hişmendiya amûrê hêzên hegemone. "   'LÊHÛRBÛN Û TÊKOŞÎN GIRÎNG E'   Helbest Remzbar Qendîlê, îşaret bi girîngiya têkoşîna ku li dijî vê hişmendiyê bê dayin kir û wiha domand: "Helbet divê ku ev bibe sedem ku jin bêtirîn têkoşîn bikin û têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Bizanibe ya ku pê re şer dike ne tişteke biçûke, ne tişteke ji rêzê ye û şerê wê jî dê ne ji rêzê be. Heke ku em bikaribin vê baş tespit bikin em dikarin hem weke jin û hem jî weke jinên ciwan helwestên xurtir em bigirîn. Ji ber wê jî di vî warî de xwedî zanebûn girînge. Bi taybetî jî dîroka jin de xwe xurtkirin û xwe pêşxistin û rastiya jin a ku hatiye veşartin a ku di aliyê kujerê kastîk ev derxistiye holê ev pir girînge. Beşeke vê yê pir mezin keda wê Rêbertî da. Em dikarin bihêztir û berdewamtir bikin. Ev li ser me peywireke. Weke erkekî em ê vê berdewam bikin. Rêbertî ev hêz da me û ji me re dibêje berdewam bikin. Ev dê bibe sedema azadiya fizîkî ya Rêbertî. Dê bibe sedem ku ev pêvajoya ku ji aliyê Rêbertî ve hatiye destpêkirin û divê xurtir bimeşe. Di van mijaran de lêhûrbûn, lêkûrbûn û têkoşîn pir girîng e.”    PÊNASEYA AZADIYA SEXTE    Helbest Remzbar Qendîlê, diyar kir ku bi pêşkeşkirina azadiya sexte jin ji azadiya heqîqetê tên dûrxistin û wiha pê de çû: "Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de weke jinên ciwan erk û rolên me hene. Ev taybetmendiyên ku jinên Rojhilatê Îranê hatiye sepandin de ev dorandin kirine. Yek ji mijarê ku em zanebûna xwe ser qezenc bikin jî azadiya jinên Rojhilat û Îranê ye. Hişmendiya mêrê serdest ku xwe demokratîk nîşan dide û dixwaze bêje ez azadiya jinê qebûl dikim, lê di bingeha wê de hemû mafê jin tune dike. Bi ser navê hezkirinê van dike. Di rastiyê de jî ya xwe bi jinê dide jiyankirin. Yan jî di pergalê niha de jin dikare biçe kar bike, pereyê wê hebe û erebeya wê hebe weke azadiyê pênase dikin. Em divê ku vê qebûl nekin. Jin divê ku vê ji xwe re weke azadî pênase nekin. Azadî di mejî de ye, azadî ez weke jineke bikaribim îradeya xwe biparêzim, bikaribim xwe biparêzim û di hemû bingehên civakî de bikarim rol bigirim. Di zemînê siyasî de, di zemînê hunerî de û di qadên cuda cuda de ez bibim xwedî nêrîn û xwedî rol. Weke jinê ez vê cewherê xwe derbixînim. Lê ev azadiya sexte ku li me tê ferzkirin, jinê weke amûreke xweşik dibîne, laşê wê, rûyê wê xweşik dibîne.  Ev dibe sedem ku em nikaribin cewherê azadiyê yê heqîqî jiyan bikin. Lê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev pir pêş ketiye. Yek ji mijarê ku em bikaribîn weke tundî pênase bikin ev e.    BI TUNDIYÊ DIXWAZIN JIN TUNE BIBE   Bêguman tundiya fizîkî her heye û derbas bikin. Tundiya nerm nîne di her encamê de bi tundiyê tê xwestin jin tune bibe. Li hemberî hişmendiya modernîteya kapîtalîst ku dixwaze jinê bike amûr û vê azadiya sextê bide qebûlkirin li dijî vê têkoşîn pir girînge. Divê ku jin li dijî vê zana bibin. Ji xwe ew bingehê jinê yê dîrokî heye. Pir caran jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî vê desthilatdariyê serî rakirin û pêşengî kirin. Herî dawî jî di şoreşa Jin Jiyan Azadî de ev gihişte lûtkê. Desthilatdarî bi sedsalane di dibistanan de mirovan perwerde dike, ser malbatan de kar dike û dixwaze ku ji xwe re xwendekaran çêbike da ku jinê li gorî çarçoveya ku dixwaze çêbike. Lê jinên ciwan li dijî vê bi şoreşa Jin Jiyan Azadî bersiv dan û ev negihişte encamê. Têkoşîna vê xurtkirin, radîkalkirin û rê û rêbazên vê dewlemendkirin esase. Jin bi hunerê xwe, bi hêza xwe ya cewherî, ne bi şiklê xwe, bi rûyê xwe, bi xweşikbûna xwe û pere divê bi hêza xwe ya cewherî xwe biafirîne û bide qebûlkirin. Divê ew hêza jin a ku hatiye veşartin nîşan bidin. Ev ji avakirina civaka demokratîk re jî dibe piştgirî. Ji vê re jî têkoşîneke xurt hewce dike."    'DIVÊ KOMUNÊN JINAN BÊN AVAKIRIN'   Helbest Remzbar Qendîl, bal kişand li ser pêvajoya Civaka Demokratîk û ya Aşitiyane û got:" Rêbertî ji bo demokratîkbûna civaka pêvajoyek da destpêkirin. Yê ku ji pêvajoya bi hevre jiyankirinê re pêşengtiyê bike jinên ciwan in. Jin heke ku azadiya xwe bixwaze divê ku xwe bike komun û komuna xwe ava bike. Yek cihê ku bingehê ji avakirina komunan re heye jî Rojhilatê Kurdistanê û Îrane. Bi riya komunan jin dikarin hêza xwe kom bikin û guhertin û veguhertina esasî çêbike. Ev jî dê bibe sedem ku çi li Rojhilat û çi jî li Îranê guhertin û veguhertin çêbike. Xwendina Rêbertî di vê hêlê de pir girînge. Rêbertî her tişt ji gotinê derbas kir û xiste meriyetiyê. Tenê di astê gotin de nema. Ji ber wê divê ku em weke jinên ciwan bizanibîn ku Rêbertî ji me çi dixwaze û li gorî wê pêşengiyê bikin."    'DIVÊ EM LÊGERÎNA AZADIYÊ PÊŞVE BIBÎN'   Helbest Remzbar Qendîl, da zanîn ku azadiya jinan bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Pêkane ye û wiha bi dawî kir: "Ji bo ku em bikaribîn vê pêvajoyê pêşve bibin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û weke jin azadiya xwe bidest bixin, em weke jinên Rojhilatê Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin. Bi giştî di Îranê de bi jinên Belûc, heta ji derveyî Îranê li Efganîstanê re yekitiya xwe ava bikin. Ji dervê vê rêyeke din ji jinan re nîne. Rizgariya me ya ji mêrê serdest bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkane ye. Ji ber ku yê ku li hemberî vê pergalê têkoşîn da, ked da û li hemberî vê şer dike û bîrdoziya azadiya jin pêşxist Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo tê wateya çi? Tê wê wateyê ku ev hişmendiya Kujerê kastîk paşve bikşîne. Em dikarin bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya xwe bi dest bixin. Divê jin bizanibin di kîjan warî de em têkoşîn bikin ev ê bibi amûrê şoreşê. Ji ber wê çi ji destê me bê divê em bikin. Di rihê jinên ciwan de tirs nîne her tim hest û lêgerîna azadiyê heye. Ev lêgerîne hatiye tepisandin. Lê em ji vê tepisandinê xwe rizgar bikin û lêgerîna xwe pêşve bibin."    MA / Zeynep Durgut