Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê 2025-11-24 12:38:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Komîsyonê ya Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket. Di şandeya komîsyonê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û ji AKP’ê Huseyîn Yaman cih digirin.    Di hevdîtinê de dê şandeya komîsyonê li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Girtekên hevdîtinê dê 10 salan veşarî bên girtin. Tê payin ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de sedemên derketina PKK’ê, tifaqa Tirk-Kurdan, hewldanên aştiyê, pêşniyarên çareseriyê û pêvaoya çêkirina zagonan nirxandinan bike.