Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke 2025-11-25 09:45:05 ÎZMÎR - Aborînas Ozgur Muftuoglû da zanîn ku ji bo sala pêş 2.1 trîlyon budçe ji bo şer hatiye veqetandin û got: "Budçeya 2026'an dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke."     Polîtîkaya şer ên bi sala ye li Tirkiyeyê didomin, kirin ku xelkê wê hêj xizantir bibe. Di demeke gel zehmetiyên mezin dikişîne de her sal beşeke mezin a budçeyê di bin navê “parastin” û “ewlehiyê” de ji bo polîtîkayên şer tê veqetandin. Di sala 2021’ê de 138 milyar, di sala 2022’yan de 181 milyar, di sala 2023’yan de 468 milyar, di sala 2024'an de trilyonek û 133.5 milyar, di sala 2025'an de trilyonek û 608 milyar TL hate veqetandin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî gihiştiye qonaxeke girîng lê tevî vê jî di bin navê “parastin” û “ewlehiyê” de ji bo polîtîkaya şer 2 trilyon û 155 milyar TL budçe hate veqetandin. Bi vê yekê re îktîdara ku diviyabû ji bo aştiyê gavên girîng biavêta, polîtîkaya xwe ya şer didomîne. Sibe jî dê li ser budçeya Wezareta Parastinê li Meclisê hevdîtin bên kirin.    Aborînas Ozgur Muftuoglû, budçeya ji bo şer hatiye veqetandin a sala 2026’an nirxand û got: “Li seranserî cîhanê budçeya ji bo şer tê veqetandin zêde dibe. Mînak; di sala 2024’an de rêjeya kirîna çekan ji sedî 9 bû lê niha zêde bûye. Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê li Ewropayê kirîna çekan zêde bû. DYA, ji bo biçekbûn û firotina çekan de hinek polîtîkayan dixe meriyetê. Li gelek deverên cîhanê şer heye. Li Tirkiyeyê jî salên dirêj e beşeke mezin a budçeyê ji bo şer tê veqetandin. Tirkiye, di nava krîzeke mezin a aborî û civakî de ye. Xizaniyeke pir mezin heye û mûçeyê kêmtirîn di bin sînorê birçîtiyê de ye. Xelk nikare bitendurist bijî û bihewe. Di rewşekî wiha de îktîdarê dîsa li şûna civakê, ji bo şer budçe veqetand. Heke polîtîkayeke we ya ji bo aştiyê hebe, wê demê hûn ji bo biçekbûnê pereyan xerc nakin. Her wiha komên sermayeyê jî berê sermayeya xwe didin firotina çekan. Ev ne tenê ji bo febrîqeyên mezin ên çekan; di heman demê de li gelek bajaran sermayedar plaên xwe li ser biçekbûnê ava dikin. Yên van çekan dikire jî dewlet e. Ev jî barekî mezin li ser pişta budçeyê çêdike.”    'ELEQEYEKE MEZIN JI BO LÊÇÛNÊN ŞER HEYE’    Muftuoglû, anî ziman ku budçeya sala pêş ne budçeya ji bo refaha gel e û wiha pê de çû: “Ev lêçûnên şer, parekî mezin a budçeyê dibe ku ev jî ji pariyê gel tê birîn. Ev jî dibe sedema xizaniya gel. Bi sala ye wiha ye. Li şûna ku Tirkiye mezintir bibe, ji ber polîtîkayên şer xizantir dibe. Beşeke mezin a budçeya ji bo şer tê veqetandin dikare ji bo perwerde, tenduristî û qadên din were xerckirin. Lêbelê niha ji bo ÎHD, SÎHA û balafirên tê îdiakirin çêdikin, mesrefeke giran tê kirin. Yek ji kesê vê qadê weke qada herî baş a bazirganiyê dibîne jî şîrketa zavayê Erdogan, BAYKAR e. Lewma berê sermayeyê li vê qadê ye. Pêvajoya aştiyê pir girîng e lê mixabin polîtîkayên aboriyê yên îktîdarê vê bendewariya gel vala derdixîne.”    'DÊ TÊKOŞÎNA GEL DIYARKER BE’   Muftuoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Divê gel daxwaza aştiyê bike û vê bi dengekî bilind bibêje. Dema kapîtalîzm ditengije, serî li şer dide. Heke hûn van çekan hilberînin, wê demê hûn nikarin vê pêvajoyê jidil bimeşînin. Ger li Tirkiyeyê aştî çêbibe jî ev çek dê li cihên cuda bên bikaranîn. Di vir de hewceye gel di aştiyê de biisrar be da ku aştî û demokrasî mayinde bibe. Têkoşîna gel dikare diyar bike bê ka budçe dê ji bo çi were xerckirin. Budçeya 2026’an dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke.”    MA / Ugurcan Boztaş