Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin 2025-11-25 16:15:40 WAN - Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûn ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Wanê mewlûd hate dayin.    Ji bo Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Sabrî Tendurek (Fetîh Şarlatan) û Masîro Xabûr (Bedîrhan Abo) ku li Herêma Federe ya Kurdistanê di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Taxa Xaçortê ya Wanê mewlûd hate dayin. Gelek kes tev li mewlûdê bûn.    Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay di mewlûdê de axivî û got ku gelê Kurd her tim bi rûmet jiyaye û ev tişt anî ziman: “Xwestin 26 sal berê di şexsê Abdullah Ocalan de tevahiya Kurdan tune bikin lê sekna Abdullah Ocalan û têkoşîna lehengên Kurd pêşî li vê girt. Di rewşa heyî de dewlet çû cem Abdullah Ocalan. Bi saya berxwedana gelê Kurd, şehîdan û Abdullah Ocalan îro hatin asta muzakereyan. Gelê Kurd ku bi sedan sala ye tune tê hesibandin, îro hatiye qebûlkirin.”    Piştî axaftinan, mewlûd hate dayin.