Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan 2020-03-13 11:31:36   WAN - Baroya Wanê û Şaxa OHD’ê ya Wanê, bertek nîşanî binçavkirinên parêzeran ên li Amed, Riha û Şirnexê dan û gotin: “Hemû çalakiyên zirarê didin daraza serbixe, sûcin”    Baroya Wanê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, derbarê binçavkirinên parêzeran ên li Amed, Şirnex û Rihayê de daxuyanî da û bertek nîşan dan. Daxuyanî li baroyê hat dayîn. Alîkarê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî, rêveberên Şaxa OHD’ê ya Wanê, Endamê MYK’a HDP’ê Parêzer Umît Dede û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn.    Çîftçî daxuyanî da û wiha got: “Siyasetê daraza kiriye bin tehakûma xwe. Ji ber vê darazê kesên bi awayekê serbixwe û bêalî peywira xwe bi cih tînin, jibîr kirine û bi fermana desthilatdariya siyasî tevdigere.”   Çîftçî, da zanîn ku divê dawî li rewşa heyî bê anîn û wiha bilêv kir: “Darazeke serbixe, encex bi parastineke serbixwe karibe rol û rista xwe bilîze.” Çîftçî bertek nîşanî binçavkirinên parêzeran da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin ku kemû çalakiyên zirarê didin daraza serbixe, sûcin. Divê daraz demildest dest ji van rêbazên xwe yên lêpîrsînê berde û erka xwe ya qanûnî bi cih bîne.”