Hê jî mirina Remziye Borê nehatiye zelalkirin! 2020-03-14 09:01:33 WAN - Di sala 2016'an de polîsan li navçeya Rêya Armûşê avêtibû ser mala Remziye Borê û di avêtina ser malê de Borê kuştibûn. Di ser bûyerê re 4 sal derbas bûne lê belê hê jî tiştek nehatiye kirin.  Di 19'ê Nîsana 2016'an de polîsan li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê avêtibû ser mala Remziye Bor a ducanî û di avêtina ser malê de Borê kuştibûn. Hindik maye di ser bûyerê de 4 sal derbas bibin lê belê hê jî lêpirsîna der barê kuştina Remziya Bor a 27 salî de wekî xwe yê berê ye. Ji bo tiştên qewimîne ji nû ve bên lêkolînkirin parêzerên malbatê gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dane, lê belê hê jî tiştek nehatiye kirin. Her wiha 3 daxwaznameyên parêzerên malbatê yên ji bo lêpirsînê jî li korîdorên edliyeyê hatine windakirin.    DIVÊ BÛYER BÊ RONÎKIRIN    Ji ber ku lêpirsîn nayê destpêkirin û daxwazên ji dozgeriyê re hatin şandin hatin windakirin, demek berê parêzeran dîsa serî li dozgeriyê dabû. Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku lêkolîn û lêpirsîna der barê mirina Remziye Borê de baş nayê kirin û ji bo mirina Borê baş bê zelalkirin gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê hatiye dayîn. Di daxwaznameyê de hatiye gotin ku lê belê dozgerî tu daxwazek wan pêk nayne û der barê aqûbeta lêpirsînê de jî tu agahî bi wan re nayên parvekirin û nizanin ka serlêdanên wan hatine qebûlkirin an nehatine qebûlkirin.    Di daxwaznameyê de hatiye destnîşankirin ku bi awayê nivîskî gelek caran serî li dozgeriyê dane û gelek ewraq daxilî nav dosyeyê nehatine kirin.    DIVÊ KEŞF BÊ KIRIN   Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku diyarde û delîlên ku dê bûyerê ronî bikin hatine dîtin lê belê nehatine komkirin. Her wiha parêzeran di daxwaznameyê de destnîşan kiriye ku ew di wê bîr û baweriyê de ne ku kesên tiliya wan di mirina Remziye Borê de ne hatine dîtin û gotine: "'Mala Borê kîjan bûye, mala ku milîtan ketiyê û xwe tê de veşartiye an jî maleke derî mala ku operasyon lê hatiye kirin, milîtan ji kîjan malê reviyaye û çawa reviyaye, mala ku jê reviyaye û ya xwe tê de veşartiye çi qas dûrî hev in..' divê baş bê zelalkirin."   Di daxwaznameyê de hatiye destnîşankirin ku di dosyeya lêpirsînê de xisûsên girîng hatine paşguhkirin û hatiye xwestin ku tevî kesên pispor keşfek baş bê kirin.    Heger tiştek ji vê serlêdana dawî ya parêzeran jî derneyê, wê parêzerên malbata Borê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.    MA / Adnan Bîlen