Ajokarên li ser sînor li benda çareseriyê ne 2020-03-14 14:55:51 AGIRÎ - Ajokarên ku 17 rojin li ser sînorê Gurbulakê yê di navbera Bazîd û Îranê de li sînor rawestiyane, bang li partiyên siyasî kirin û xwetin çareseriyê pêş bixin.    9 ajokarên TIR û qamyonan ên li ser sînorê Gurbulok ê navbera Bazîda Agirî û Îranê de 17 rojin tên rawestandin, bertekên xwe anîn ziman. Sînorê Gumrukê ku 300 ajokar têde derbas dibin, 9 ajokar mabûn li ser sînor û 17 rojin nikarin derbas bibin. Ajokar bi hinceta Vîrûsa Corona (Covid-19) li aliyê Îranê man û nikarin bên Tirkiyeyê. Ajokarên ji Tirkiye ku li aliyê Îranê mane, bang li partiyên siyasî yên Tirkiyeyê kirin û xwestin alîkarî bi wan re bê kirin.    Ajokarê TIR'ê ku nexwest navê xwe bide, bi rêya telefonê agahî dan û diyar kir ku rayedar wan dişînin Herêma Lutfu Abat ê li ser sînorê navbera Îran-Turkmenistan û wiha got: "Dema em diçin wir jî em 300 kilometre dûrî sînor tên rawestandin. Niha bi hinceta ewraq kêm in me derbas nakin. Ger ku ewrê me kêm in çima em derbas kirin. Niha destûr nadin em derbas bibin. Em bang li partiyên siyasî dikin ku çareseriyê pêş bixin."