Destûr nadin malbat û parêzerên Koçak wî ziyaret bikin 2020-03-15 16:19:13   ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên civakî ji bo piştgiriya Mustafa Koçak ê bi boneya darizandinek bi edalet ketiye rojiya mirinê û di roja 255'an de bi zorê mudaxaleyî wî kirin daxuyanî dan. Rêxistinên ÇHD, OHD, ÎHD û TÎHV'ê têkildarî rewşa Koçak diyar kirin ku destûr nadin malbat û parêzer bi Koçak re hevdîtin bikin.    Endam û rêveberên rêxistinên ÇHD, OHD, ÎHD, TÎHV yên Îzmirê ji bo balê bikişînin ser rewşa Mustafa Koçak ê ji bo parastina mafê xwe yê darizandinê ketibû rojiya mirinê û di roja 255'an de bi zorê mudaxaleyî wî kirin, daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên saziyan li Nûnertiya TÎHV'ê ya Îzmirê kom bûn û li vir daxuyanî dan. Malbat û parêzerên Koçak jî tev li civîna çapemeniyê bûn. Li ser navê malbat û saziyan Parêzer Nergis Tuba Aslan daxuyanî xwend. Prz. Tuba Aslan, diyar kir ku mudaxaleya bi zorê nayê qebûlkirin û wiha got: "Ji 12'ê Adarê heta niha agahiyê nadin malbat û parêzerên Koçak. Aslan, anî ziman ku Koçak birin serwîsa Dahîliyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Kampusa  Saziya Înfaza Girtîgehan a Aliaga ya Îzmirê û wiha got: "Ji bo bi zorê mudaxaleyî “Mustafa Koçak bikin ew rakirin nexweşxaneyê. Roja ku Koçak birin nexweşxaneyê di roja 255'an a rojiya mirinê de bû. Niha tenduristiya Koçak di rewşek pir xerab de ye. Mudaxaleya bi zorê ya Kocak nayê qebûlkirin."    'EM TENÊ EDALETÊ DIXWAZIN'    Hevalê Koçak ê zarokantiyê Sercan Çakir jî xwest daxwazên hevalê wî pêk bê û wiha got: "Ji bo daxwazên wî 24 rojin di grevê de me. Ez hezkirin, kêf, coş, kelecan û xemgîniya wî her tiştê wî parve dikim. Ez îro jî birçîbûna wî parve dikim. Tenê em edaletê dixwazin. Divê hemû kesên ji xwe re dibêjin mirov bibin dengê wî û dengê wî bibhîzin."