Bandora korona ya li ser aboriyê: Aboriyeke bêîstîkrar li benda me ye 2020-03-16 09:10:33 STENBOL - Aborîzan Bahadir Ozgur, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê, ew bi aboriyeke bêîstîkrar rû bi rû ne û got: “Tirkiye wê awayekê pir zêde ji vê yekê bi bandor bibe.” Vîrûsa korona (Kovîd-19) ya li bajarê Wuhan a Çînê derket holê û li tevahiya cîhanê belav bû, darbeyek mezin li aboriyê jî xist. Li Çînê, hilberîn ketiye rewşa rawestandinê de. Ev rewşa Çînê ya ku xwedî bazara herî mezin e, bandorê li tevahiya cîhanê dike. Li gelek welatan li dû hev mexazayên mîna Starburks, Apple û KGC’ê hatin girtin û di serî de li DYA’yê, li gelek welatan di borseyê de daxistinek hişk çêbû.    Aborîzan Bahadir Ozgur, derbarê bandora vîrûsa koronayê ya li ser aboriya cîhan û Tirkiyeyê de axivî.    DARBEYEK MEZIN LI ABORIYÊ KET   Ozgur, diyar kir ku binesaziya finansman a di salên 90’î de hat avakirin, bi krîza 2008’an re têk çû û wiha got: “Ji vê dîrokê û vir ve aboriya şikestî bi vîrûsa koronayê re bi temamî têk çû. Vîrûsa ku qet di hesabê de tune bû, di piyaseyan de rê li ber panîkê vekir. Ji bo lojîstîk, hilberîn û peydankirina amûran de Çîn ji bo tevahiya cîhanê bazara herî mezine. Vîrûsa ku li wê derê derket holê, rast rast bandora xwe li aboriyê kir. Bandora vê ya li ser aboriyê bi turîzmê dest pê kir. Bi turîzmê re, rêyên hewayî, reyên behrê yên bazirganî û lojîstîkê bi yek derbê re hatin girtin. Li Îtalyayê jî mexaza û restoran hatin girtin. Ji vir û şûnde wê aboriyeke bêîstîkrar li benda me ye.”   KORONAYÊ HEMÛ PÊŞDÎTIN AVÊTIN ÇOPÊ   Ozgur, gotinê Serokkomar Tayyîp Erdogan ên mîna “Em îsal li benda 58 mîlyon tûrîst û 41 mîlyar dolar tûrîzmê ne” bi bîr xist û got: “Vîrûsa koronayê ev hemû pêşdîtin xistin çopê”    Ozgur, anî ziman ku Tirkiye wê ji vê rewşê pir bandor bibe û wiha bilêv kir: “Ji xwe Tirkiye di krîzê deye. Çavkaniyên wê yên derve de pir kêmin. Îxraçateke Tirkiyeyê ya pişta xwe dided erhanînê. Ji ber vê em ji derzî bigirin heya ta, kirînên xwe Çînê dikin. Ji ber vê maliyet zêdetir dibe   ‘ABORÎ MEZIN NABE KÊM DIBE’   Ozgur, bal kişand ser gotinên Wezîrê Aborî û Xezînê Berat Albayrak ên weke “Em mezin bûn, aboriya me baş diçe” û wiha pê de çû: “Tenê reqemên mezinbûnê nîşandan, xapînere. Reqemên mezinbûnê bi krediyên xerckirin û berfirehbûnê ve girêdayîne. Bankeya Navendê ji ber zextên Erdogan li dû hev faîz daxist. Bi vê rêyê, wisan kirin ku welatî deyndar bibin. Ji ber vê reqemên mezinbûnê ne rastin.”    ‘DESTHILATDARÎ HEWL DIDE KU KRÎZÊ VEŞÊRE’   Ozgur, da xuya kirin ku desthilatdarî hewl dide krîza heyî veşêre û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî hêza desthilatdariyê têra pirsgirêkên tên jiyîn nake. Di vê serdemê de, gelek derfet li pêşiya mûxalefetê ne. Di rastiyê, desthilatdariyeke ku hildiweşe heye. Êdî Idlip û korona ne du mijarên ji hev cudane. Her du jî li dijî desthilatariyê li ber xwe didin.”    MA / Tolga Guney