Xwendekaran şeva xwe derve derbas kirin 2020-03-16 10:53:37 ENQERE - Xwendekarên bi lez û bez ji wargehên wan hatin derxistin û kesên ji imrê hatibûn li cihê wan hatin bicihkirin, diyar kirin ku ew li ser dermankirinê ji wargehê derxistin û gotin: “Alavên me di wargehan de man. Gelek hevalên me yên xwendekar, neçar man ku şeva xwe li derve derbas bikin.”  Di çarçoveya bergiriyên li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) de, 10 hezar kesên ji imrê vegeriyan, piştî kontrola tenduristiyê, li Saziya Kredî û Wargeh (KYK) ên li Enqere û Konyayê yên xwendekarên zanîngehê tê de bûn hatin bicihkirin.    Xwendekarên derbarê mijarê de hatin agahdarkirin, ji ber vê yekê bêyî ku derfetê bibînin alavên xwe kom bikin, ji wargehan hatin derxistin.    'JI ME RE GOTIN HÛNÊ KARIBIN VEGERÎN WARGEHÊ’   Xwendekarekê li Wargeha Mîllî ya Îradî ya KYK’a Enqerê dimîne û nexwest navê xwe bide, diyar kir ku li wargeha wan kesên ji îmrê hatibûn hatin bicihkirin û wiha axivî: “Em mexdûr kirin. Rayedaran ji me re  gotin wê wargehê derman bikin û çi dema bixwazin hûn dikarin vegerin wargeha xwe. Ji ber vê min hemû alavên xwe ji wargehê dernexistin. Niha jî ez nikarim alavên xwe bigirim. Serê sibê dema ez çûn wargehê, min bihîst ku hin hevalên me ji wargehê avêtine.    XWENDEKAR KIRIN TENGEZARIYÊ     Xwendekarê zanîngehê, anî ziman nûçeyên tên dayîn rastiyê venabêjin û got: “Di daxuyaniyên nûçeyan de hat gotin ku bi awayekê xweşbînî agahî ji bo xwendekaran hatiye dayîn. Ev ne raste. Bi zorê hevalên me ji wargehê hatin avêtin. Ger min zanibûya wê bê girtin, min tu tiştên xwe di wargehê de nedihiştin. Êdî ez nafikirim ku paşve vegerim wargehê. Gelek xwendekar bi vî awayî difikirin. Ji ber pir hatin mexdûrkirin.”    Xwedekar, dest nîşan kir ku heywanên di Kampusa Golbaşî Gazî de jî kom kirine û got: “Ez ji bo vê pir aciz bûme. Me li wan mêze dikir. Dê wan heywanan telef bikin.”   ‘DESTÛR NEDAN EM BIKEVIN WARGEHÊ’   Xwendekar Nûriye Kartal a li Wargeha Keç a Hêzên Taybet a Şehîdan a li golbaşiyê dima jî, bertek nîşanî vê rewşê da û wiha axivî: “Ji bo ku ez alavên xwe bigirim, çûm wargehê, lê destûr nedan ku ez bikevim wargehê. Serê vê sibê çawan ku min çavên xwe vekirin, min dît ku xwendekar ji wargehê derxistine. Çawan ku min bihîst, ez dîrek çûm wargê. Di otobusê de gelek xwendekar hebûn. Di nava me de xwendekarên nexweş jî hebûn. Dermanên wan jî di dolabande mabûn. Destûr nedan wan jî ku dermanên xwe bigirin.”    XWENDKARÊN ŞEVA XWE DERVE DERBAS KIRIN HENE   Kartal, anî ziman ku kesên ji îmrê hatin li wargeha wan hatin bicihkirin û wiha bilêv kir: “Ji bo vê ez pir bi bertekim. Gelo wê çi bibe? Di serê me hemûyan de pirsnîşan hene. Ez ji wargehê derxistim. Ew der qada jiyana min bû û hemû kincên min li wê derê man. Hemû alavên min di wargehê de man. Çawan dibe ku bêyî agahiya me wan kesan, li cihê me bi cih bikin. Bi anonsan bang kirin û gotin ji wargehê derkevin. Destûr nedan kes alavên xwe jî kom bikin. Hemû hevalên min derve de man. Gelek hevalên min ên şeva xwe derve de derbas kirine hene. Hemû kes mexdûr bûne. Em nizanîn emê çi bikin. Ez ê sibe biçim bajarê xwe. Lê tenê çenteyek gel min heye. Ez bi vî halê xwe derve de mam. Ezê carek din neyim vê wargehê. Hemû hevalên min jî wisan difikirin. Xemsariyek mezin heye. Bi tu awayî agahî nedan me. Ev şaşe.”