Rojnameger Alptekîn Dûrsûnoglû tehliye bû 2020-03-16 13:44:27   STENBOL - Gerînendeyê Giştî yê Malpera Yakin Dogû Haberê Alptekîn Dûrsûnoglû ku bi hinceta parvekirinên xwe yên têkildarî Idlibê hatibû girtin, tehliye bû.    Di 1'ê adarê de Gerînendeyê Giştî yê Malpera Yakin Dogû Haberê Alptekîn Dûrsûnoglû, bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya civakî yên têkildarî Idlibê hatibû girtin. Di nav 3 rojan de derbarê Dûrsûnoglû de angaştname hat amadekirin û îro li 49'emîn Dadgeha Esliyeyê ya Ceza ya Stenbolê derket pêşberî dadgehê. Dûrsûnoglû di daneşînê de tehliye bû. Dadgeha bi angaşta "pezindayîna sûc û sûcdar" 50 roj cezayê girtîgehê li Dûrsûnoglû birî û paşê wergerandin hezar TL cezayê pere.