Li Tirkiyeyê vîrûsa corona gihişt 47 kesan 2020-03-17 07:48:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Koca daxuyanî da û diyar kir ku hêjmara kesên ku Vîrûsa Corona gihiştiye wan derket 47'an.    Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Koca, li ser medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara nexweşên bi Vîrusa Corona zêde bûye. Koca şevê din daxuyanî da û wiha got: "29 kesên nû li kesên bi nexweşiya Vîrûsa Corona zêde bûne. Bi vê yekê  hêjmara kesên bi nexweşiya vîrûsa corona gihiştiye 47'an. 29 kesên ku virûs gihiştiye wan bi temasa DYA, Rojhilata Navîn û Ewropa ne. 3 kes jî, di nava kesên ji Umrê hatine. Temasa dervê welat dê bi rîsk be."