Ertene ya ku di Newroza 92'yan d ehevjînê wê hat kuştin: Kifrîtek be jî Newrozê pîroz dikim 2020-03-17 09:02:51 ŞIRNEX - Ayşe Ertene ku di Newroza Cizirê ya 1992'yan de hevjînê wê hat kuştin, behsa wan rojan kir û got: "Kifrîtek be jî pêdixim û Newrozê pîroz dikim." Di Newroza sala 1992'yan de li Cizîr û Nisêbînê bi sedan kes hatibûn kuştin. Lê belê esker û polîsên ku pîrozkirina Newrozê tehemûl nedikirin beriya Newrozê davêtin ser malan û bi sedan kesî binçav dikirin da ku pîrozbahiyan asteng bikin. Li Cizîrê jî beriya pîrozbahiya Newrozê bi çend hefteyan bi fermana Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Bajêr Albay Levent Ersoz, bajêr hatibû dorpêçkirin. Her wiha wê demê Parlementerê Partiya Gelparêz a Sosyaldemokrat (SHP) ê Amedê Fehmî Işiklar jî di nav de heyetek çûbû cem Serokwezîr Suleyman Demîrel ku di pîrozbahiyên Newrozê de tiştek neqewime. Piştî serdanê Demîrel gotibû: "Divê her kes bi rihetî Newrozê pîroz bike lê bêyî ku hiqûqê bin pê bike, bêyî ku provakasyonan bike." Lê belê piştî daxuyaniya Demîrel gel gotibû qey wê bi rihetî karibe Newrozê pîroz bike û di 21'ê Adarê de li taxa Nûr, Cûdî û Yafesê kom bibû û bi stran û govendgerandinê dest bi pîrozkirina Newrozê kiribû. Dû re girseya ku alayên PKK'ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankart hilgirtibûn bi awayekî kortejî berê xwe dabû Goristana Cizîrê, ji bo pîrozbahiyeke mezintir. Lê gava bi hezarn kes hatibûn Kolana Nisêbînê, polsî û eskeran pêşiya wan birîbû. Gava polîs û eskeran dît gel dixwaze biçe qadê, vê carê ji panzêrê girse gulebaran kiribûn. Di vê gulebaranê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabû û bi sedan kes jî birîndar bibûn. Piştî gulebarandinê birîndarên rakirin nexweşxaneyê jî hatin binçavkirin û di 22'yê Adarê de li Cizîrê bi awayekî fiîlî qedxeya derketina derve pêk hatibû. Wê demê komek rojnamevanên li Otela Kadioglû diman jî, ji bo rewşê fêm bikin di dest wan de wênegirên wan û alayên spî derketibûn derve. Lê çawa derketibûn hêzên kontra-gerîlla ew gulebaran kiribûn û xebatkarê rojnameya Sabahê Îzzet Kezer jî jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî hejmarên fermî 57, lê li gorî şahidan ji sedî 100 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha parlementerên HEP'ê jî li Neteweyên Yekbûyî giliyên Tirkiyeyê kiribûn û li ser vê Neteweyên Yekbûyî komîsyoneke lêkolînê çêkiribû. Komîsyon di 15'ê Nîsana 1992'yan de raporek weşandibû û di raporê de gotbû hêên dewletê 20 saet gulebaran kirine.    TEVÎ PITIKA XWE YA 40 ROJÎ TEV LI PÎROZBAHIYÊ BÛYE    Yek ji şahidên wê demê jî Ayşe Ertene ye. Ertene tevî pitika xwe ya 40 rojî tev li pîrozbahiyê dibe û her wiha hevjînê wê Huseyîn Ertene jî di dema pîrozbahiyê de tê kuştin.    Ayşe Ertene behsa wan rojan kir û got: "Zaroka min 40 rojî bû. Lê Newroz bû û diviya biçim. Her kesî ji bo pîrozkirina Newrozê kincên xwe li xwe kiribû û daketibû qadan. Li qadê me govend gerandin. Qasek şûnde xeber hat. Gotin dewletê li Taxa Cûdiyê rê girtine. Piştî vê polîsan gaza îsotan avêt me. Dû re em pê hesiyan ku li Taxa Cûdiyê 4 kes hatine kuştin. Li wir mirov dîl hatibûn girtin, nikaribûn biçin cihekî jî."   CENAZE VEŞARTIN   Ertee, anî ziman ku di dema pîrozbahiyê de her der tevlîhev bibû û kesên birîndar hebûne û got: "Gel hewl dida wan tedawî bike. Gava bû şev pê hesiyam ku hevjînê min Huseyîn jî hatiye kuştin. Heta sibehê şer dewam kir. Serê sibehê dîsa daketim kuçeyê, li hevjînê xwe digeriyam. Em çûn nexweşxaneyê, ji bo em li cenazeyan mêze bikin. Lê ne li wir bû. Lê ji bo dewlet cenazeyê wî desteser neke, gel cenazeyê wî hilgirtiye û di malekê de vşartiye. Danê êvarî me xwest em cenazeyê xwe veşarên. Lê dewletê endihişt. Gava em derdiketin êrîş dikirin. herî dawî 4-5 kesan cenaze hilgirt û bir goristanê. Li goristanê jî êrîş kirin. Bi zorê me defin kir. Me pir êş kişand. Zarokên me mirin. Hêvîdar im êdî kes nemire."   WÊ AGIRÊ NEWROZÊ NETEFE    Ertene, destnîşan kir ku Newroz sembola gelê kurd e û got: "Gava Newroz tê bihêcan dibim. Kifrîtek be jî ez Newrozê pîroz dikim. Newroza gelê kurd pîroz be. her sal ji bo pîrozkirina Newrozê diçim qadan. Wê gelê Cizîrê tim pîroz bike. Çimkî newroz sembola Kurdistanê ye. Hatina biharê ye. Çi dibe bila bibe wê agirê Newrozê netemire."    MA / Mujdat Can - Omer Akin