Sekreterê Giştî yê ATO'yê: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan 2020-03-17 10:31:41 ENQERE - Sekreterê Giştî yê ATO'yê Alî Karakoç, diyar kir ku tevdîrên ji bo vîrusa koronayê li girtîgehan hatin girtin kêm in û wiha got: "Girtîgeh nepqaij in. Bêyî ku bê fikirin, divê demildest girtiyên nexweş bên berdan."   Li gorî rapora 2019'an a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 458 jê giran bi giştî hezar 334 girtiyên nexweş hene. Komên herî bi rîsq ên vîrusa koronayê ku bi lez li Cîhanê belav dibin, girtiyên nexweş in. Wezareta Edaletê, duh daxuyandibû ku li girtîgehan ji bo vîrusa koronayê tevdîran digirin. Lê gumanên raya giştî ku difikire tevdîrên tên girtin kêm in, berdewam dikin.    'TEVDÎRÊN TÊN GIRTIN KÊM IN'   Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîkan a Enqereyê (ATO) Alî Karakoç, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî û diyar kir ku girtiyên temen mezin û nexweşiyên wan ên kronîk hene, di koma krîtîk de ne û wiha got: "Kapasîteya girtiyan ji sala 2015'an ve gelek zêde bûye. Nexweşiyên ji mirovan derbasî mirovan dibin li cihên wiha hê bêtir dibin rîsq. Bêyî ku bê fikirin divê demildest girtiyên nexweş bên berdan."   'DIVÊ KONTROLÊN PÊWÎST BÊN KIRIN'   Ji bo hevdîtinên bi girtiyan re jî Karakoç ev tişt got: "Di têketina girtîgehan de divê kontrolên pêwîst bên kirin. Kesên ku tespîtên wan pozîtîf derkevin divê neyên girtin lê ji bilî van kesan ên din divê bi xizmên xwe re hevdîtin bikin."   MA / Emrûllah Acar