Parêzer û siyasetmedaran birin Dadgeha Rihayê 2020-03-17 14:35:45   RIHA – Di çarçoveya lepirsîna ji aliyê Dozgeriya Rihayê ve hat destpêkirin 10 parêzer jî di nav de bi dehan kesên binçavkirî ji emniyetê birin Dadgeha Rihayê.   Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di 12’ê adarê de li Riha, Amed, Êlih, Şirnex û Wanê 10 parêzer di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Li Miduriyeta Polîsan a Rihayê kar û barê îfade dayînê bi dawî bû û binçavkiriyan birin Dadgeha Rihayê.   Hat zanîn ku binçavkirin di çarçoveya lêpirsînek aîdî 2018’an de pêk hatiye û kesên navê wan di lêpirsînê de derbas dibe jî bi giştî 103 kes in.    Biryara nepeniyê danîne ser dosyeyên binçavkiriyan. Ev kes bi angaşta “Peywîndî di navbera koordinasyona hundir û derve ya Komîteya Zîndanê ya PKK/KCK de danîne" hatine binçavkirin. Bingeha sûcdariyê dispêrin îfadeyên 4 şahidên nepen ku axivîne û hevdîtina parêzeran a li gel miwekîlên wan.    Hat zanîn ku li emniyetê di îfade wergirtina parêzeran de hevdîtina wan a li gel miwekîlên wan hatiye pirsîn. Parêzeran jî di parastinên xwe de diyar kirin ku bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîne, ew derbarê vê rêxistinkirinê de ne xwedî agahî ne û hevdîtina wan li gel miwekîlê wan jî ne sûc e.    Tê payîn îfade dayîna li dozgeriyê û dadgeriyê dirêj berdewam bike. Hat gotin bi dehan parêzer ji bo parastina hevpîşeyên xwe amade ne.    Navên kesên di binçavan de ne wiha ne:    Riha: Parêzer Metîn Ozbadem (Endamê Meclîsa HDP’ê), Emîn Baran, Hîdayet Enmek, Sevda Çelîk Ozbîngol, Cemo Tuysuz, Şeyhmus Înal, Huseyîn Îzol, rêveberê HDP’ê yê berê Sedat Çelîk, endamê Meclîsa Şaredariya Sîweregê yê HDP’ê Îbrahîm Ayyildiz, xebatkarên Radyoya Kaniya Xezalan a bi KHK’ê hat girtin Salîh Erbekler, Halîl Çay, Mîzgîn Çay Yavûz a pitika wê ya 50 rojî heye û Kemal Ak.    Amed: Parêzer Zeynep Işik û parêzer Ozkan Avcî, Dîdar Çeşme, Mehmet Akdogan, Zeynep Kiyar.   Şirnex: Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, parêzer Gurgun Kadirhan.   Wan: Parêzer Hakan Keleş.   Êlih: Farûk Toptaş