Koca: Ji ber vîrûsa corona kesek mir û 98 kes bi şewba corona ketine 2020-03-18 07:53:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca,  şevê din têkildarî şewba vîrûsa corona daxuyanî da û diyar kir ku kesek ji ber vîrûsê miriye û 98 kes jî bi şewba vîrûsa corona ne.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca,  şevê din li cihwarê Bîlkentê têkildarî şewba vîrûsa corona daxuyanî da. Koca diyar kir ku kesek ji ber vîrûsê miriye û 98 kes jî bi şewba vîrûsa corona ne. Koca anî ziman ku nexweşê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da 89 salî ye û xebatkarê çînî ev nexweşî gîhandiye wî.  Koca diyar kir ku kesên hêza wan kêm û bi nexweşiya kronîk li hemberî vê nexweşiyê bi rîsk in. Koca xwest kesên nexweş, kal û pîr baldar bin.