Malên TOKÎ’yê di bin avê de man 2020-03-18 14:03:12   ŞIRNEX – Li Şirnexê malên TOKÎ ku bi milyonan pere lê hatine xerckirin, ji ber barîna avê di bin avê de man.    Li navenda Şirnexê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 8 meh dewam kiribû. Gelek taxên Şirnexê hatibûn hilweşandin. Îdareya Konutên Komî (TOKÎ) li van taxan avahiyan çêkiribûn. Di mehên derbasbûyî van malan radestî xwediyên wan kirin. Malên TOKÎ yên bi milyonan pere lê hatin xerckirin, ji ber barîna baranê di bin avê de mane.    DI BIN AVÊ DE MAN    Duh bi şev barîna baranê bandora xwe nîşan da û malên li Taxa Gazîpaşayê di bin avê de man. Avê di dîwarên xaniyan de avêt. Welatiyan dîmenên malên wan ku di bin avê de mane belav kirin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku her deverê malên wan di bin avê de mane.    'EM DI VAN MALAN DE NASTIRIN’    Welatiyê bi navê A.K. ku li TOKÎ dijî wiha bertek nîşan da: “Taxa me xera kirin. Piştî 3 salan mal dan me. Em du meh berê li van TOKÎ’yan bi cih bûn. Ji ber barîna baranê em nikarin bikevin malên xwe. Em nastirin. Av di dîwaran de diavêje. Xwedê bela xwe bide wan kesên me xistin van TOKÎ’yên xerabeyî.”    'MALÊN XERABEYÎ DANE ME’    Jinek nexwest navê xwe bide jî bertekên xwe wiha nîşan da: “Bi pesindayînek mezin van malan dan. Lê halê van avahiyan li ber çavan e. Em malên xwe kevn dixwazin. Malên me dem û dûz kirin û niha jî van malên xerabeyî didin me. Kelûpelên herî nebaş bikar anîne. Xwestine pereyan bixwin. Kes gel nafikire. Piştî 3 salan mal dan me lê di bin avê de man.”