Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin 2020-03-18 14:19:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ku di 20'ê Çileya 2018'an bi balafir, tang û topan dest bi êrîşan kir, di 18'ê Adara 2018'an de welatiyên Efrînê bajar vala kir û Tirkiye komên çekdar lê bi cih kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku kiryarên Tirkiye yên talan, dizî, êşkence, komkujî, xerac, fîdye û guhertina demografiyê ji roja destpêkirina dagirkeriyê û vir ve didomin.   TSK'ê bi fermana Hikûmeta AKP-MHP'ê û bi hevkariya komên çekdar ên bi pere di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî Efrînê dest bi êrişan kir. Rêveberiya Xweser jî ji bo parastina sivîlan di 18'ê Adara 2018'an de biryara vekişînê girt û bavar vala kir. Ketina Tirkiyeyê ya bajarê Efrînê 2 sal li pey xwe hişt. Piştî Tirkiye ket Efrînê û komên çekdar li wir bi cih kirin, bi komkujî, êşkence, revandina mirovan, talan, dizî, guhertina demografiyê dewam dike. Gelê Efrînê jî ji bo rizgarkirina xaka xwe li ber xwe didin.  Di salvegera dagirkirina Efrînê de Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Rojnameger Ersîn Çaksû nûçeyek amade kir.    DI SALVEGERA 72'AN A MAHABADÊ DE BI 72 BALAFIRAN ÊRIŞ KIRIN   Tirkiyeyê di salvegera 72'an a Komara Kurd a Mahabadê de bi 72 balafirên şer êrişên dagirkeriyê bir ser Efrînê û li berxwedaneke mezin rast hat. Duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ji ber ku li Efrînê nekarî ya dixwaze bike, vê carê êriş bir ser sivîlan. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, di meha destpêkê ya êrişên dagirkeriyê de 27 jê zarok, 21 jê jin bi giştî 176 sivîl hatin qetilkirin, 60 jê zarok, 71 jê jin bi giştî 484 sivîl jî birîndar bûn. Heta roja 52'an a êrişên dagirkeriyê, li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê û Heyva Sor a Kurd, 35 jê zarok û 29 jê jin 232 sivîl hatin qetilkirin, 90 jê zarok û 100 jê jin 668 sivîl jî birîndar bûn. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda xwe li Londonê ye ragihand, 55 jê zarok û 36 jê jin 380 sivîlên Kurd, Ereb, Ermen ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatin kuştin. Di Kanûna 2018'an de Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara sivîlên hatin qetilkirin gihîşt 501 kesî, ya birîndaran jî gihÎşt 797 kesî.   GUH NEDA AGIRBESTA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ   Neteweyên Yekbûyî (NY) di meha Sibatê de ji bo gelemperiya Sûriyeyê agirbest ragihand, lê dewleta Tirk tevî vê biryarê jî bi rengekî bêsînor sivîl qetil kir. Ji ber ku êriş li sivîlan dihate kirin û metirsiya komkujiyê zêde bû di 16'ê Adarê de Rêveberiya Efrînê biryar wergirt ku gel ji Efrînê derxîne. 90 ji sedî yê Efrîniyan dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekirin û biryar dan ku ji bajêr derkevin. Piştî du rojên rêwîtiya koçberiyê zêdeyî 175 hezar Efrînî gihîştin Kantona Şehbayê. Efrînî ji aliyê gelê Şehbayê û rêveberiya herêmê ve hate pêşwazîkirin. Efrînî li bajarokên Ehres, Fafînê, Til Rifat û Kefernayê yên Şehabyê û 50 gundên herêmê bi cih bûn.   GELÊ EFRÎNÊ DEST JI XAKA XWE BERNADE   Beşeke mezin a Efrîniyan li kampên Berxwedan, Serdem, Efrîn û Vegerê yên li Şehbayê bi cih bûn. Efrîniyan jiyana xwe û rêxistinbûna xwe ji nû ve ava kirin û tevî ku hîn jî dewleta Tirk êrişî wan dike, li benda azadkirina Efrînê ne. Li aliyê din komkujî, êşkence, revandina mirovan, talan, dizî, guhertina demografiyê ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker e hîn jî didomin.   LI GORÎ RAPORÊN RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EFRÎNÊ ASTA DAGIRKERIYÊ   Li gorî daneyên meha Çileyê yên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çend ji kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê wiha ne:   Koçberî: Piştî dagirkirina Efrînê zêdeyî 300 hezar Kurd neçar man koç bikin.   Komkujî: Di êrişên dagirkeriyê yên 58 rojî de 486 sivîl hatin qetilkirin.   Revandina mirovan: Ji Adara 2018'an û pê ve li Efrînê herî kêm 6 hezar sivîl hatin revandin. Li 700 ji wan êşkence hate kirin û aqûbeta 3 hezar û 300 ji wan nayê zanîn.   Êşkence: Piraniya mirovên hatin revandin êşkence li wan hate kirin. Di nava du salan de 54 kes ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest dan.   Fîdye: Dewleta Tirk û komên wê yên çete herî kêm 500 kes ji bo fîdyeyê revandin. Ji bo van kesên revandin ji 3 hezar heta 100 hezar dolarî fîdye xwestin.   Destavêtin: Piştî êrişên dagirkeriyê destavêtin herî kêm li 60 jinan hate kirin.   Talan: Li Efrînê bi her şêweyî talan çêbû, çêdibe.   Talankirina kargehên zeytûnê: Beriya êşkenceyê li Efrînê 270 kargehên zeytûnê hebûn. Malzemeyên 140 ji wan ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û li Tirkiyeyê hatin firotin. Yên mayî jî hatin desteserkirin.   Talankirina zeytûnan: Zeytûnên Efrînê di asta 85 ji sedî de tên desteserkirin û piştî ku li Antakyayê li kargehan tên bikaranîn, madeya "Made in Turkey" lê didin û difiroşin. Di sala 2018'an de 70 hezar, di sala 2019'an de jî 90 hezar ton zeytûn hatin talankirin.   Zindan: Her komên ser bi dewleta Tirk li gorî xwe êşkencexane û zindan ava kirin û mirovên direvînin li wan deveran êşkence dikin.   Talankirina xwezayê: Li Efrînê herî kêm 2 hezar 180 donim zevî û zêdeyî 10 hezr darên zeytûnê hatin şewitandin. 450 hezar darên zeytûnê hatin birîn.   Hilweşandina dibistanan: Li 64 dibistanan welê kirin ku nikaribin bên bikaranîn. Çeteyan gelek dibistan ji xwe re kirin biryargeh, zindan û êşkencexane.   Talankirina şûnwarên dîrokî: 42 deverên dîrokî û baweriyan hatin şewitandin û hilweşandin. Gelek berhemên dîrokî revandin Tirkiyeyê.   Dizîtiya avê: Li navçeya Şera ya Efrînê, ava Bendava Meydankê dibin Tirkiyeyê û deşta Amîk a Hatayê bi vê avê tê avdan.   Zexta olî: Li Efrînê Xiristiyan hemû neçar man koç bikin. 10 deverên îbadetê yên Kurdên Êzidî, malên cem ên Elewiyan kirin dibistanên şerîatê.   Xerec: Dewleta Tirk û çeteyên wê bi navê 'bavê' ji her malbatên li bajêr dimînin her me 10 heta 15 hezar lîreyê Sûriyeyê xerecê werdigirin.   Dîwar: Ji bo Efrînê ji Sûriyeyê qut bike di nava bajêr de dîwar lê dike.   Guhertina demografiyê: Li şûna Kurdên bi zorê ji bajêr hatin derxistin, dewleta Tirk di serî de ji Idlibê malbatên komên çete yên ji herêmên cuda li Efrînê bi cih dike. Tevî yên mehên dawî ji Idlibê anîn, li Efrînê nêzî 400 hezar biyanî hatin bicihkirin.   Rêveberiya mêtingeriyê: Efrîn ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tê birêvebirin. Di fermiyetê de jî weke ser bi Walîtiya Hatayê tê nîşandan.   Navendên terorê: Dewleta Tirk Efrînê ji bo komên çete weke navendeke perwerdeyê ya nû bi kar tîne ku gefê li tevahiya cîhanê bixwe. Li çiyayên Efrînê şikeftên mezin tên çêkirin, tunel tên kolandin û li wan deveran gelek çete tên perwerdekirin.