ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-19 09:00:02 * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 11 sal berê bal kişand ser talûkeyê şaristaniya ku îro jiyanê tune dike û got: "Mirov vê şaristaniyê, weke helwesteke li cih dikare bişibîne her cure cinawirî. Bi hostayî teşxîskirina cinawir têr nake. Ya divê bi lez û bez were kirin, dermankirin e. Ez bi hevokekê dikarim rewşa herî dawî rapor bikim; di qonaxa wê ya dawî de lehiya xwînê rabûye, jiyan bi gelek êş, jan û qirkirinê derbas dibin, ya herî xerab birçîbûn û bêkarî, her cure nexweşî û şewb, û talankirin û hilweşandina eko-hawîrdorê ye. Eger sosyolojiya me ya pêkhatin û azadiyê dixwaze ji loda sergo ya bi hezaran kesên bi navê civaknasiyê kirine, rizgar bibe; divê hêza xwe ya teşxîs û dermankirinê îspat bike."  *  Endamê Desteya Rêvebir a Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, anî ziman ku eger ji bo tenduristkaran ekîpmana tevdîrgirtinê pêk neyê wê tenduristkar bibin hilgirê vîrusê û got: "Madem em dixwazin tenduristiya gel baş be, nexwe divê pêşî tenduristiya xebatkarên tenduristiyê esas bê girtin."    * Piştî 3 darikên kifrîtê yên Mazlûm Dogan, Newroz careke din vegeriya ser kokên xwe yên esil. Di salên 90'î de bû xwedî nasnameyeke polîtîk û ji salên 2000'î vir ve jî bi awayekî girseyî tê pîrozkirin.    * Li Navenda Kaşikê ya Hesarekê, ji ber ku pirsgirêka qonaxvegirtinê heye, pêşbaziyên neteweyî û navneteweyî nayên kirin.    * Piraniya nifûsa navçeya Hewangê jin in, lê belê xebatkarên şaredariyê giş zilam in.    * Walîtiya Şirnexê navenda bajêr û 15 herêmên 5 navçeyan heta dawiya salê wekî herêmên qedexe îlan kirin. Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, bertek nîşanî vê yekê da. Kaçmaz, bang li rayedaran kir ku ji bo gelê ku sewalvaniyê dike zêde mexdûr nebe, rojek berî rojekê qedexeya hatiye îlankirin bê betalkirin.    * Hevserokên HDP'a Stenbolê diyar kirin ku divê gel guh bin ser Newroza alternatîf ya ku partiyan îsal ji ber vîrusa coronoyê diyar kirine û gotin: "Bila gelê me di saeta hatiye diyarkirin, bibin yek dil, yek deng û ye tuh û daxilî Newrozê bibin."    * Masa Qeyranê ku di pêşengiya KCD'ê de li dijî vîrûsa corona hatine avakirin dê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)    * Malbat û rojnameger dê nûçegîhanê DÎHA Volkan Eryigit yê dema nûçeyên hilbijartinê dişopand qeza derbas kir û jiyana xwe ji dest dabû li ser gora wî, wî bibîr bînin. (14. 00)