Bi wêneyan Newrozên 29 salan 2020-03-19 09:16:39   AMED - Piştî 3 darikên kifrîtê yên Mazlûm Dogan, Newroz careke din vegeriya ser kokên xwe yên esil. Di salên 90'î de bû xwedî nasnameyeke polîtîk û ji salên 2000'î vir ve jî bi awayekî girseyî tê pîrozkirin.  Newroz ku xwe dispêre bi hezaran salan, di sala 1982'yan de li Zindana Amedê bi sê darikên kifrîtê yên Mazlûm Dogan careke din vegeriya ser kokên xwe yên esil. Ew agirê sê darikên kifrîtê yên Mazlûm Dogan her çû veguherî hişmendiyeke neteweyî û ruhekî din li Newrozê bar kir. Newroz, bû sembola neteweyîbûna kurdan.    NEHAT TEFANDIN    Di salên 90'î de dewletê her dixwest agirê wan sê darikên kifrîtê bitefîne, lê belê çi kir jî nikaribû bitefînê û ji bo neyê tefandin bi sedan kes canê xwe dan. Lê belê ew agir ji roja ku hatiye vêxistin heya niha netefiyaye. Di salên 90'î de bû xwedî nasnameyeke polîtîk û ji salên 2000'î vir ve jî bi awayekî girseyî tê pîrozkirin.    Wêneyên Newroza ku ji salên 90'î heya niha hatiye pîrozkirin, ji bo serdema nêz dibe ronahî.