Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin 2020-03-19 10:31:05 ENQERE - Sekreterê Giştî yê TTB’ê Bulent Nazim Yilmaz, diyar kir ku divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê ya vîrûsa korona bên kirin û got: “Dibe ku pêdiviya me bi ranzeyên lênêrîna awarte yên di nexweşxaneyên taybet de hebin.” Li Tirkiyeyê, her ku diçe vîrûsa korona (Kovîd-19) belav dibe û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 2’yan. Rêxistinên tenduristiyê, diyar dikin ku bergeriyên têrker li nexweşxaneyan nehatine girtin û dibe ku pirsgirêka ranzeyên lênêrîna awarte rû bidin. Sekreterê Giştî yê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Bulent Nazim Yilmaz, diyar kir ku ji bo ku li nexweşxaneyan pisgirêkên ranzeyan neyin jiyîn, divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêvebariya krîzê ya vîrûsa korona bê kirin. Yilmaz, da zanîn ku divê rûtînên mûayeneyên nexweşxaneyên taybet bên sererast kirin û wiha axivî: “Wezîrê tenduristiyê divê mudaxileyî xebatên nexweşxaneyên taybet bikin. Dibe ku pêdiviya me bi ranzeyên lênêrîna awarte yên di nexweşxaneyên taybet de hebin.”   ‘EM DIXWAZIN BI HEVRE KRÎZÊ KONTROLA BIKIN’   Yilmaz, anî ziman ku bal kişand ser banga  ji bo Wezareta Tenduristiyê kiribûn û got: “Me bang li wezaretê kir ku em rêveberiya krîzê bi hevre bi rêve bibin. Ev demek dirêje derbarê tenduristiya gel de tecrûbeyên me yên mezin çêbûne. Em dixwazin van tecrûbeyên xwe parve bikin. Di heman demê de em dixwazin raste rast xwe bigihînin danayên di destên Wezareta Tenduristiyê de. Em dixwazin ku nûnertiyeke me di Desteya Zanîstî de hebe. Ji bo tenduristiya civakê, divê demên xizmeta nexweşxanê ji nû de bên sererastkirin. Ji ber vê jî mabe divê em bi Wezareta Tenduristiyê re di nava têkiliyan de bin. Mafê tenduristiya bijîşkan parastin girînge. Ji bo vê bangên me dewam dikin. Divê Wezîrê Tenduristiyê guh bide vê banga me.”   ‘DIVÊ PÊDIVIYÊN XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ PÊŞWAZÎ KIRIN’   Yilmaz, dest nîşan kir ku li nexweşxaneyan amûrên parastinê yên ji bo xebatkarên tenduristiyê kêm hatine dayîn û wiha bilêv kir: “Amûrên parastinê kêm tên dayîn. Divê hem ji bo xebatkarên tenduristiyê û hem jî ji bo kesên tên nexweşxaneyê amûrên parastinê bên dayîn.”   DIVÊ NAVENDÊN ÊŞNASÎNÊ BÊN ZÊDE KIRIN   Yilmaz, da xuya kirin ku divê navendên êşnasîna vîrûsê bên zêdekirin û wiha rêz kir: “Li hemû nexweşxaneyan êşnasîna vîrûsê tuneye. Di destê me de agahiyek net derbarê vê de tuneye. Wezareta Tenduristiyê got ewê cih û navendên êşnasînê û testên vîrûsê zêde bikin. Divê ev navend û cih demildet bên avakirin. Lazime ku li hemû nexweşxaneyan derfetên test û êşnasînê hebin. Dibe ku zor be hemû kes di testê re derbas bibin, lê divê navendên testan bên zêdekirin.”     ‘DIVÊ HEWLDAN HEBE’   Yilmaz, diyar kir ku heya ku pêwîst neke divê mirov neçin nexweşxaneyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî mirovên extiyar pir mecbûr nebin, bila neçin nexweşxaneyan û dernekevin derve. Pêdiviyên bingehîn bila ciwan bi cih bînin. Berî her tiştî divê nexweş neçin Bijîşkên Malbatî, biçin navendên nexweşxaneyan.”    MA / Emrûllah Acar