Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû 2020-03-19 16:33:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber barana zêde û lehiya rabû li navçeya Zaxo ya Duhokê ciwanekî 20 salî bi ber avê çû. Li navçeyê 10 pir hilweşiyan, 250 mal û dikan di bin avê de man.   Li Zaxoyê ji ber barana zêde ku lehî rabû, ciwanekî 20 salî bi ber avê çû. Ji bo dîtina cenazeyê wî ciwanî xebat didome. Li navçeyê gelek mal û dikan jî di bin avê de man. Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Dihokê Bêwar Ebdulezîz ê têkildarî mijarê agahî dan Rojnewsê û got, “Hejmarek malên xwediyê baxan li ser rûbarê Xabûr hene. Dema lehî radibe ciwanê li malê paqijiyê dike, li ber avê diçe û di rûbar de dixeniqe.”   Bêwar Ebdulezîz anî ziman ku ji ber baran û lehiyê 250 mal û 100 dikan di bin avê de mane û 10 pir jî hilweşiyane. Hat diyarkirin ku li parêzgeha Duhokê, navçe û bajarokên wê jî gelek mal, dikan û wesayît di bin avê de mane.