Girtî ji bo bên berdan bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan 2020-03-19 17:26:52   AMED - Girtiyan, bi sedema vîrûsa corona xwestin serbest bên berdan. Girtiyan ji bo bên berdan daxwazname dan dadgeh û dozgeran.    Girtiyên siyasî, ji ber vîrûsa corona (Covîd-19) daxwaznameyên ji bo bên berdan nivîsandin û dan dozgerî û dadgehan. Girtiyên tên darizandin û hikûm xwarine bi rêya parêzeran, serî li dozgerî û dadgehan dan û xwestin bi şert serbest bên berdan. Parêzeran di daxwaznameyê de diyar kirin ku ji ber vîrûsa corona li cihê komî rîsk zêde ye, bi taybetî li cihê qelebalix bêtir zû belav dibe. Li girtîgehên Îtalya ji ber fikara vîrûsê serhildan pêş ketin û di encamê de 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê niha 282 hezar û 703 kes girtî ne. Li gorî rapora ÎHD’ê li girtîgehan 247 rewşa wan giran bi giştî 649 girtiyên nexweş hene. Li gel dayikên xwe 780 zarok girtî ne. Li girtîgehan rewşa paqijiyê tune. Dema ev şert li ber çavan tên girtin, li gorî xala 56'an a tenduristiyê "Her kes xwedî maf e ku bi tenduristî bijîn" Ev yek erka dewletê ye. Gelek  girtî bi nexweşiyên kronîk in. Dema dewşa girtî û girtîgehan li ber çavan bê girtin, divê muwekilên me yên di bin koma rîstê de bin divê bên berdan. Em daxwaz dikin ku pêşniyarên me li ber çavan bên girtin û girtî serbest bêne berdan."