ROJEVA 20'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-20 09:00:17 * Pêkanînên muameleya xerab a li ser cenazeyan berdewam dike. Di nava salek û 3 mehan de ji bo merasîma cenazeyan girseyî pêk neyê 38 cenaze bi şevê hatine veşartin. Di salên dawî de merasîma cenazeyan tê qedexekirin û destûr nayê dayîn şîna cenaze were dayîn. Mele Abdullah Arkan têkildarî pêkanîna li ser cenazeyan got: "Tişta tê kirin nijadperestî ye û ji nirxê mirovahiyê dûr e." Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas jî got bi zanebûn encama testa DNA'yê derengî tê xistin û bi zanebûn dihêlin cenaze bi şevê werin definkirin.  * Di ser kuştina Kemal Kûrtkûtê ku di Newroza Amedê de hatibû kuştin 3 sal derbas bûn. Polîsê bersûc bi awayekî negirtî tê darizandin û malbata Kûrkût ji bo vê yekê got, ev ji bo wan wekî "îşkenceyê" ye û parêzera malbatê Reyhan Yalçindag jî got, ew li bendê ne dadgeh biryareke adil bide.    * Endama Desteya Rêvebir a PYD'ê hediye Yûsûf, ji bo krîza Idlîbê ya ku hatiye taloqkirin anî ziman ku li ber Tirkiyeyê du rê hene û got: "An ew û Rûsyayê wê bi hev re şer bikin an jî wê paş de gav bavêje. Gava paş de gav bavêjê û çeteyên li wir hemû berê xwe bidin Tirkiyeyê, wê krîza li Sûriyeyê veguhêze Tirkiyeyê."    * Li Çewligê ku li fabrîkayên tekstîlê ku bi sedan karker dixebitin, li dijî vîrusa coronayê nayên dezenfektekirin. Tê gotin, li fabrîkayekê karker bêyî lepikan û heftê bi maskeyekê tên xebitandin.    * Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, 4 ciwanan ji xwe re atolyeyeke vekiriye û li vê atolyeyê ji daran, ji xalî û kincên kevin gerdenî, guhar û ji kevirên ji qeraxa Gola Wanê kom dikin jî tabloyan çê dikin.    * Endama Komeleya Jinê ya Starê Civaknas Aslihan Şedal, ji bo têkoşînê bang li hemû kesên dibêjin "Şideta li dijî jinê pirsgirêka min e jî" kir.    * Dadgeha Qanûna Bingehîn, ji bo dirûşmeya "Bijî Serok Apo" destnîşan kir ku şidetê teşwîq nake û ji bo cezayê li Esma Seydaoglû hatiye birîn jî got, mafê azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin.    * Piştî vîrusa coronayê her diçe hê bêtir berbelav dibe, endîşe û fikarên malbatên girtiyan jî zêde dibin. Nermiye Îverendî ku du zarokên wê girtîne, got: "Bi tirsa ku dê tiştek bê serê zarokên min xew bi çavê min nakeve."    * Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Halîs Yerlîkaya, destnîşan kir ku têkoşîna herî bibandor a li dijî vîruca coronayê, îzolasyona civakiyî ye û got, heta ne hewce be divê mirov dermanan bi kar neynin û kes neçe nexweşxaneyan.   * Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, wê derbarê rojava Newrozê de, li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapeniyê li dar bixe. (11.00)