Mele Ebdullah: Li dijî cenazeyan nijadperestî tê kirin 2020-03-20 09:16:08 AMED - Pêkanînên muameleya xerab a li ser cenazeyan berdewam dike. Di nava salek û 3 mehan de ji bo merasîma cenazeyan girseyî pêk neyê 38 cenaze bi şevê hatine veşartin. Di salên dawî de merasîma cenazeyan tê qedexekirin û destûr nayê dayîn şîna cenaze were dayîn. Mele Abdullah Arkan têkildarî pêkanîna li ser cenazeyan got: "Tişta tê kirin nijadperestî ye û ji nirxê mirovahiyê dûr e." Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas jî got bi zanebûn encama testa DNA'yê derengî tê xistin û bi zanebûn dihêlin cenaze bi şevê werin definkirin.    Di pevçûnên dem û cihên cuda yên çolterên bajar û navçeyên herêmê de gelek endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) jiyana xwe ji dest dan. Leşker cenazeyan desteser dikin û radikin morgên Saziyên Tiba Edlî an jî morgên nexweşxaneyan. Cenaze dereng didin malbatan. Malbatên cenazeyên zarokên xwe nas dikin jî ji ber encama testa DNA'yê dereng radestî wan dikin. Polîtîkaya pêkanîna li ser cenazeyan jî bi dawî nabe. Ji salên 1990'an heta îro heman pêkanînên dij mirovane li ser cenazeyan didomin. Di salên dawî de pêkanîna li ser cenazeyan veguheriye îşkenceyê. Cenazeyên dereng radestî malbatan jî tên kirin, bi taybetî di dorpêça polîsan bi şev tên veşartin. Polîs mudaxeleyî cenazeyan dikin, nahêlin kes beşdarî merasî bibe, şîna cenazeyan asteng dikin û li ser fermana qeymeqaman û waliyan deriyên mala şînê li sersaxiyê tên girtin.   Mele Abdulah Arkan û Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) Yuksel Almas derbarê pêkanînên li ser cenazeyan de ji ajansa me re axivîn.    Mele Abdulah Arkan diyar kir ku nêzîkatiya Tirkiyê ya li hemberî nirxên mirovahiyê lawaz in û got: “Nirxên heyî tune dihesibîne. Hikumeta AKP û MHP’ê îslamiyetê bikar tînin û tu hurmeta wan li hemberî nirxên îslamî nînin. Xwedê di ayetên xwe de dibêje ‘me mirov bi nirx û pîroz afirandî ye. Ew mirov e û nirxekî pîroz e.’ Lê ev desthilatdarî pîroziya mirovan nafikirin. Bi mehan cenaze nadin malbatan. Dikarin di demekî kurt de DNA’yê diyar bikin û cenaze bidin. Lê ji bo ku îşkence li malbatan bikin, cenaze bi mehan di morgan de dihêlin. Carna cenaze di morgan de diqerisin carna jî dirizin. Ev tişt ji aliyê nirxên olî ve jî yên mirovî ve jî sûc e."    ‘DESTÛR NADIN CENAZE WERIN ŞÛŞTIN'    Arkan bal kişand li ser cenazeyên bi derengiya şevê tên veşartin û wiha axivî: “Dema cenaze ji derveyî bajêr tên an jî ji morga tên wergirtin, encax tenê di saetên şevê de destûra veşartinê didin. Şûştina cenazeyan jî asteng dikin. Di derfetên gelek teng de cenaze tên şuştin. Cenaze heye sê-çar parçe ye, serî pêve tune ye an ling pêve tune ye. Cenazeyên ku laşê wan saxleme pir kêm in. Ev tişt hem ji nirxên îslamiyetê dûr e hem jî ji ola îslamê dûr e. Pêl nirxên gelê kurd tê kirin.”   ‘LI DIJÎ CENAZEYAN NIJADPERESTIYÊ DIKIN'    Arkan mudaxele, êriş û îşkenceya li dijî cenazeyan wek "nêzîkatiyek nijadperestî" pênase kir û got li gorî îslamiyetê yên ku nijadperestiyê bikin ne ji civaka wan in.   ‘DIKARIN DI 24 SAETAN DE DNA’YÊ BI ENCAM BIKIN'    Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas jî destnîşan kir ku dema ji malbatan testa DNA’yê tê wergirtin ji wan re tê gotin ku dê encama DNA'yê di 15 rojan derkeve, lê ew pêvajo dirêj dibe û carna encam derdikeve şeş mehan. Almas anî ziman ku rayedar heke bixwazin dikarin di 24 saetan de testa DNA’yê bi encam bikin û got: "Piştî ku malbat muameleya li ser cenaze ji raya giştî re parve dikin, nû li wan digerin ku biçin cenazeyê xwe wergirin. Nexwê cenaze hazir e lê bi zanebûn nadin malbatan. Dema ku malbat diçin cenazeyê digirin jî pir zehmetiyê dikişînin. Merasîma veşartina cenazeyan jî bi çar pênc kesan re sînordar dikin. Kesên ku beşdarî veşartina cenazeyan dibin jî nasname ji wan tê xwestin û kontrol dikin. Polîs an jî leşker ji pêvajoya wergirtina cenaze heta veşartinê her tiştî qeyd dikin."    ‘MALBAT TÊN TEHDÎTKIRIN’   Almas diyar kir ku ew wek MEBYA-DER'ê mafê wan heye ku alikariya malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane bikin û got: “Di dema wergirtina cenazeyan de polîs an jî leşker gefa ji bo merasîm ne girseyî be li malbatan dixwin. Beşdariya me asteng dikin. Bi awayekî keyfî nêzîkî me dibin. Di hemû merasîman de me asteng dikin." Almas anî ziman ku di dema veşartina cenazeyan de leşker û polîs bi zanebûn rêveberên komeleya wan û malbatan bîne hemberî hev û wiha got: “Wextê veşartinê polîs ji malbatan re dibêjin 'heta yek kes ji MEBYA-DER’ê li vê derê be em cenaze nadin we.' Lê mafê me heye ku em bi malbatê re cenaze veşêrin."    ‘ŞÎNÊ JÎ QEDEXE DIKIN'    Almas bal kişand ser astengkirina şîna cenazeyên endamên HPG'ê û got: "Malê şînê li malbatan digirin. Nahêlin ku malbat li ber deriyê xwe kon jî vedin. Cihê şîn lê tê dayîn ji aliyêp olîsan ve tê dorpêçkirin. Bi kamareyan mirovên ku beşdarî şînê dibin dikişînin. Zextên derûnî dikin ku kes beşdarî şînê û merasîman nebe. Dixwazin malbat bi tenê bimînin. Dixwazin me çavtirsandî bikin û em xwedî li malbatan dernekevin. Ji aliyê hiqûqî ve gelek mafên me hene. Lê hemû desteser dikin. Hemû qanûnên xwe binpê dikin."    Cenazeyên endamên HPG'ê, kesên li girtîgehan dawî li jiyana xwe anîne û siyasetmedarên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane ku di navbera meha çileya 2019’an û meha adara 2020’an bi şevê hatine veşartin wiha ne:    * Zehra Eryilmaz a endama HPG'ê piştî 96 rojan di 12'ê adara 2020’an. * Kubar Hacîzade (Rojda Cudî) ya endama HPG'ê ji Rojhilat piştî 165 rojan di 6’ê adara 2020’an li Goristana Bazîdê hat veşartin. * Cengîz Demîr ê ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin, di 29’ê Sibata 2020’an li Goristana Gundê Fîsê ya Amedê di dorpêça maşînê zirxî de spartin axê.*  * Huseyîn Doner (Sîdar Sîpan) piştî 800 rojan di 29’ê sibata 2020’an li gundê Kûndûs ê Xîzan a Bedlîsê hat defin kirin * Erhan Olçen piştî 108 rojan di 18’ê sibata 2020’an de li Goristana Yenîkoya Amedê di dorpêça polîsan de hat veşartin.  * Mahmût Demîrbag piştî 6 mehan di 31’ê çileya 2020’an ji Goristana Bêkesan a Erzînganê hat wergirtin û li Goristana Mohriz a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat veşartin. * Melîk Bal piştî 41 rojan di 17’ê çileya 2020’an li Gundê Rêşika yê Farqînê di dorpêça eskeran de hat definkirin.  * Ramazan Toprak (Adil Nûda) piştî 39 rojan di 15’ê çileya 2020’an de li gundê Qetînê yê navçeya Karaza Amedê hat definkirin.  * Cenazeyê Suleyman Çinar di 12’ê kanûna 2019’an de bi şev li Goristana Yenîkoya Amedê di dorpêça polîsan de hat definkirin. * Cenazeyê Erdal Tekay di 11 Kanûna 2019’an de bi şev li Goristana Yenîkoyê di dorpêça polisan de hat veşartin. * Cenazeyê endamê HPG’ê Mûsa Kalkan di 11’ê kanûna 2019’an de bi şev li gundê Dêran ê navçeya Pîrana Amedê hat definkirin. * Cenazeyê Murat Kaya yê di 6'ê kanûnê de li Gundê Mûşiyan a Dutaxa Agiriyê di serdegirtina eskeran de hat kuştin di 9’ê kanûnê bi şev di dorpêça eskeran de hat definkirin. * Polîsan destûr nedan ku malbata Emîne Aslan Aydogan a di 3’yê kanûna 2019’an de li Girtîgeha Rihayê girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, konê şînê deyne.  * Cenazeyê siyasetmedarê kurd Hasan Eskîcîoglu yê li hefsê krîza dil derbas kir di 20’ê mijdara 2019’an de nîvê şevê di dorpêça polîsan de hat veşartin.  * Cenazeyê Mahsûn Polat ku li Goristana Bêkesan a Mêrdînê hatibû veşartin, piştî 2 salan li ser lihevhatina mînakên xwînê radestî malbata wî kirin. Malbatê di 1’ê mijdara 2019’an de li gundê Çalê yê li herêma Omeryan a Nisêbînêveşart.  * Cenazeyê Davût Ecer piştî 4 mehan di 18’ê cotmeha 2019'an de li gundê Aşûtê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hat veşartin.  * Malbatan cenazeyên Îbrahîm Çelîk (Mahîr Andok), Abdullah Tûrhan (Reber Amed), Omer Demîr (Serhildan Mazî) û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) ên HPG’yî piştî çar mehan wergirtin û di 30’ê îlona 2019’an de di saetên êvarê li Goristana Yenîkoyê veşartin.  * Malbata endamê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) piştî 49 rojan di 28’ê îlona 2019’an cenazeyê kurê xwe wergirt û bi şev li Bismilê defin kir. * Cenazeyê endamê HPG'ê Muhammet Tara (Avareş Amed) ku piştî 37 rojan hat wergirtin, di 24’ê îlona 2019’an de li Goristana Taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîrê hat veşartin. * Cenazeyê endamê HPG'ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) piştî 43 rojan di 18’ê Îlona 2019’an de bi şev li Goristana gundê Mikuryan a navçeya Hênê hat veşartin. * Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê li navçeya Rezan a Amedê li malekê ji aliyê polîsan ve hat kuştin piştî 46 roj şûnde di 5’ê îlona 2019’an de li Gundê Zonê yê Artukluyê hat definkirin.  * Cenazeyê endama HPG’ê Halîme Gunduz (Bêrîvan Arjîn) di 28’ê tebaxa 2019’an de li Goristana Yenîkoyê bi şev di dorpêça polîsan de hat veşartin.  * Cenazeyê Mûrat Çakmak (Destiyar Veroz) bi şev ji goristana bêkesan a Meletiyê hat derxistin û malbatê di 1’ê tebaxa 2019’an de li goristana malbatê ya Dersîmê veşart.  * Cenazeyê Halîs Çoşkûn ê hat îdîakirin ku di 18’ê tîrmeha 2019’an li Girtîgeha Tarsûsê dawî li jiyana xwe anî, hat definkirin. Polîsan destûr nedan ku konê şînê yê Coşkûn bê vedan.  * Cenazeyê Îrfan Kiliç ê di 3’yî tîrmeha 2019’an de li Girtîgeha Tîpa F a Kandira dawî li jiyana xwe anî nedan malbatê.  * Cenazeyê endamê HPG’ê Mahmut Alinbay di 26’ê hezîrana 2019’an de li navçeya Pîranê bi girseyî hat veşartin. Hat gotin ku mizgefta li navçeyê dê şîn lê bihata dayîn li ser fermana Qeymamiya Navçeyê hatiye girtin. * Cenazeyê Huseyîn Ecer ku dema qedexeya derketina derve ya Hezexê jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan teslîmê malbata wî hat kirin. Cenaze Ecer ji Gora Bêkesan a Rihayê hat derxistin û di 22’yê gulana 2019’an li Cizîrê hat definkirin.  * Cenazeyê Nevaf Kortak ê HPG'î ku polîsan nehişt wecîbeyên olî pêk were di 13’ê gulana 2019’an de li Goristana Akpinarê ya Bismilê hat veşartin. * Malbata Alî Ete (Zagros Bahoz) cenaze di 7’ê gulana 2019’an de piştî 9 mehan li Navçeya Artuklu ya Mêrdînê di dorpêça polîsan de defin kir.  * Endamê HPG’ê Mûsa Çetîner ê li Dersimê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da di 12’ê Nîsana 2019’an de piştî 10 mehan li warê xwe Siwêregê di saetên şevê de hat veşartin.  * Cenazeyê Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Hejmara 1'an a Tîpa T a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, di 6’ê nîsana 2019’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dorpêça polîsan hat definkirin. * Yonca Akici ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anî di 3’yê nîsana 2019’an de li gundê Burnîbulakê yê girêdayî Navçeya Dutaxê ya Agiriyê di saetên şevê de hat veşartin.  * Malbata Siraç Yuksek ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî di 3’yê nîsana 2019’an de li navçeya Nisêbînê defin kir. Polîs û eskeran tenê hişt ku malbat tev li merasîma cenaze bibe. * Cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, di 25’ê adara 2019’an de li gundê Mergîk ê Qosera Mêrdînê hat veşartin. * Cenazeyê Zehra Saglam a ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li Girtîgeha Oltû çalakî pêk anî û jiyana xwe ji desd da di 25’ê adara 2019’an de di dorpêç û qedexeya polîs û eskeran de li gundê Xinzorê yê Mûşê spartin axê.  * Polîsên ku dest danîn ser cenazeyê Ayten Becet ku li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan ji bo tecrîdkirina Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, şert danîn ber malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin. Cenaze di 24’ê adara 2019’an de li goristana Yeşilkentê ya Dîlokê bi tevlêbûna 20 kesan defin kirin. * Polîsan di 18’ê adara 2019’an de bi zorê û bêyî destûra malbatê cenazeyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, ji Stenbolê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê di dorpêça polîsan de defin kirin.  * Cenazeyê endamê HPG’ê Abdullah Aygun di 8’ê çileya 2019’an de, ji ber ku li tu mizgeftan nehat qebûlkirin, rakirin cemxaneyê û li vir merasîma cenaze pêk hat. Cenaze ji ber zext û astengiyên polîsan di saetên serê sibê de li Taxa Gazî ya Stenbolê hat definkirin.”   MA / Fahrettîn Kiliç