Hê jî di dosyeya Kûrkût de edalet pêk nehatiye 2020-03-20 09:17:24 AMED - Di ser kuştina Kemal Kûrtkûtê ku di Newroza Amedê de hatibû kuştin 3 sal derbas bûn. Polîsê bersûc bi awayekî negirtî tê darizandin û malbata Kûrkût ji bo vê yekê got, ev ji bo wan wekî "îşkenceyê" ye û parêzera malbatê Reyhan Yalçindag jî got, ew li bendê ne dadgeh biryareke adil bide.  Di 21'ê Adara 2017'an de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût gava ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû Amedê, li têketina qada Newrozê polîsan ew kuştibû. Walîtiya Amedê ji bo kuştina Kûrkût gotibû: "Kes ber bi qada çalakiyê ve baz daye. Guh nedaye îxtarên hêzên ewlehiyê, kêra di destê xwe de neavêtiye û ber bi qadê ve baz daye. Ji ber îhtimala ku kes bombeya zindî ye û ewlehiya kesên li qadê hêzên dewletê mudaxile kirine. Kesê birîndar bûye bi ambulansê rakirine nexweşxaneyê, lê belê tevî hemû mudaxuliyan jî nehatiye xelaskirin û jiyana xwe ji dest daye."    WÊNEYAN RASTÎ DERXIST HOLÊ    Lê belê Rojnamevan Abdûrrahman Gok gava ji bo pîrozbahiya Newrozê li qadê bû, wêneyên ku gava polîsan ber Kûrkût dida kişandibûn. Wêneyên Gok daxuyaniya walîtiyê pûç kiribû û ev wêne seyra lêpirsînê guherandibû. Piştî wêne hatibûn weşandin der barê polîs Yakûp Ş. de bi îdiaya "kuştina bi qesdî" îdianame hatibû amadekirin û hatibû xwestin cezayê muebetê lê bê birîn.    WALÎ DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ NEDA    Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwestibû der barê 72 polîsên ku wê rojê peywirdar de lêpirsîna edlî bide destpêkirin, lê belê Walî Hasan Basrî Guzeloglû bi hinceta "îhmalkarî çênebûye" destûra lêpirsînê nedabû.    Bersûc polîs Yakûp Ş. 3 sal in bi awayekî negirtî didome. Çendî ku malbata Kûrkût û parêzerên wan daxwaz dikin ku bersûc bê girtin, lê belê heta niha tiştek nehatiye kirin û ji ber di raporên Saziya Tiba Edlî û Buroya Krîmînalê ya Neteweyî de nakokî hene, hê jî doz bi dawî nebûye.   Dayika Kûrkût Secan Kûrkût, birayê wî Ercan Kûrkût û parêzera wan Reyhan Yalçindag der barê bûyerê de axivîn.    Dayik Secan Kûrkût got: "3 sal in em heman êşê dikişînin. Niha Kemal dibistana xwe kuta kiribû û bûbû xwedî kar. Xeyalên wî hebûn, hemû jî nîvco man. Beleheq kurê min kuştin. Tu sûcekî wî tunebû. Heger sûcê wî hebûna dê wî bigirtana. Tu tişt nikare Kemal bîne. Lê ji ber ku kujer nayê cezayêkirin em diêşin."    ‘ME EWARE DIKIN'    Kûrkût, anî ziman ku ew bi hêviya ku polîsê sûcdar bê girtin û bê cezakirin tev li danişîna dibin û got: "Her carê em dibêjin wê di vê danişînê de bê girtin û cezakirin, lê nakin. Her tim danişînê taloq dikin û me eware dikin. Bêyî ceza li kujer bibirin, wî ber didin."    ‘BELKÎ HIN ZAROKÊN DIN NEMIRIN...'    Dayik Kûrkût, diyar kir ku necazakirina polîsê bersûc wan diêşîne û got: "Kujer li derve digere, em pê diêşin. Em edaletê dixwazin. Canê me êşiya, bila yên kesî din neêşe. Heger ceza li kujer bibirin belkî êdî hin zarokên din nemirin. Em dixwazin rojek berî rojekê kujer bê cezakirin. Bira hin dayikên din negirîn."    Bira Ercan Kûrkût jî destnîşan kir ku êdî darizandina heyî ji bo wan veguheriye îşkenceyê. Kûrkût, anî ziman ku êdî baweriya wan bi darizandinê nemaye û got: "A rast dizanin em hay her tiştî hene. Lê belê vê yekê di şexsê kesê hatiye kuştin de malbatê îşkence dikin. Li vê erdnîgariyê serdest peyamekê didin; 'Belê em dikujin û em xwe nadarizînin. Çimkî hûn kurd in, elewî ne, jin in yanî hûn ên dera han e.' Baweriya me bi edaletê nemaye. Encamên dozên bi vî rengî diyar in. Me jî dixwest em bawer bikin, lê êdî hviya me jê nemaye."    PARÊZER YALÇINDAG: DIBE KU GELEK KIRYAR HEBIN!    Parêzera malbatê Reyhan Yalçindag jî anî ziman ku di bûyerên bi vî rengî de dewlet tê parastin û got: "Polîsek mafê jiyanê yê mirovekî bin pê dike. Dozger dixwaze bê girtin lê nayê girtin. Roja bûyerê gelek polîs li wir bûne, lê belê di dosyeyê de îfadeya wan tuneye. Piştî rapora ji Buroya Krîmînalê ya Neteweyî hat, me dîsa xwest bê lê hê jî nehatiye bersivandin. Em dixwazin rastî derkeve holê. Dibe ku gelek kiryarên wê hebin. Heger ev rapor bi awayekî zanistiyî bên amadekirin û daxilî dosyeyê bên kirin wê derkeve holê. Lê belê di vî warî de dilsariyek heye. Sedem polîtîkaya bêcezatiyê ye."    Yalçindag, anî ziman ku armanca wan biryareke adil e û ji bo dosye bi awayekî herî rast bi dawî bibe hewl didin.    MA / Aydin Atay