Hediye Yûsûf: Li Idlîbê du rê li ber Tirkiyeyê hene 2020-03-20 09:17:56 ŞEHBA - Endama Desteya Rêvebir a PYD'ê hediye Yûsûf, ji bo krîza Idlîbê ya ku hatiye taloqkirin anî ziman ku li ber Tirkiyeyê du rê hene û got: "An ew û Rûsyayê wê bi hev re şer bikin an jî wê paş de gav bavêje. Gava paş de gav bavêjê û çeteyên li wir hemû berê xwe bidin Tirkiyeyê, wê krîza li Sûriyeyê veguhêze Tirkiyeyê."  Endama Desteya Rêvebir a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsûf geşedanên li Sûriyeyê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin.    Yûsûf, anî ziman ku hindik maye krîza li Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibe û got, wê Îdlîb bibe cihê jevketinê û wê li ber Tirkiyeyê du rê hebin.    BERIYA EFRÎNÊ Û PIŞTÎ EFRÎNÊ    Yûsûf, anî ziman ku divê şerê li Sûriyeyê wekî beriya Efrînê û piştî Efrînê bê nirxandin û got, berê ku Tirkiye û komên girêdayî wê têkevin Efrînê rejîma Sûriyeyê bêhêz bû û gelek komên ku xwe wekî "muxalefeta Sûriyeyê" bi nav dikirin li gelek deverên welêt xwedî bandor bûn. Yûsûf, diyar kir ku ev yek karê rejîma Sûriyeyê zehmetir dikir, lê belê piştî Rûsya ket dewrê her çû hêza wê zêdetir bû.    TÊKILIYA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ    Yûsûf, diyar kir ku Rûsya, vê polîtîkaya xwe li ser lihevkirina bi Tirkiyeyê û herêmê re ava kiriye û got: "Bi taybetî jî piştî balafira Rûsyayê hat xistin û li Tirkiyeyê hewldana darbeyê pêk hat, têkiliyeke cuda çêbû. Ev pêvajo bi Astanayê re dest pê kir. Di vê çarçoveyê de 'herêmên nevpevçûnî' hatin îlankirin. Di serî de Şam, gelek komên ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dikir be rbi herêmên sînor ve hatin şandin. Rûsya, bi destê Tirkiyeyê komên ji xwe re digotin muxalefet derxistin. Bi vî awayî hem rejîmê xurt kir hem jî bandora xwe zêde kir. Bi vê yekê peyamanên aborî hatin çêkirin, S-400 hatin kirîn. Bi vê awayî ji bo dagirkirina Efrînê rê li ber Tirkiyeyê hat vekirin. DYA û hêzên NATO'yê jî daxilî dagirkirina Efrînê bûn. Hesabê wan ew bû ku di 3 saetan de Efrînê dagir bikin. Lê belê berxwedaneke dîrokî pêk hat. Paşê Efrîn dagir kirin û ji Dera, Kûneytra, Gûta û Kalamûnê çete anîn û li vira bi cih kirin. Piştî Efrîn hat dagirkirin pozîsyona rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê jî guherî."    POZÎSYONA WAN GUHERΠ   Yûsûf, anî ziman ku Rûsya bi van gavan û hevdîtinên Astanayê li Sûriyeyê bû xwedî bandoreke mezin û got, Astana li dijî Cinêwê hat destpêkirin û hema bêje hindik mabû bandora Cinêwê bişikîne.    Yûsûf, ji bo encamên neyînî yê vê rewşê jî bal kişand ser tiştên hatine serê gelê Efrînê û got, bi êrîşên dijwar zêdetirî 300 hezar mirov koçber bûn, lê belê hê jî berxwedana gelê Efrînê didome.    LI IDLÎBÊ TIŞTÊN DIXWESTIN PÊK NEHATIN    Yûsûf, destnîşan kir ku divêtiyên peymana Astana û Soçiyê ku piştî Efrînê hatin çêkirin , bi cih nehatine û got: "Diviya li herêma Idlîbê komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ji rêya M5 û M4'ê vekişin. Lê belê ev pêk nehatin. Ev yek, pêşiya hin tiştan vekir. HTŞ û komên dinê dîtin ku polîtîkayên Tirkiyeyê her diçe wan lawaz dikin. Û her wiha Idlîb wekî anvenda van komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan tê zanîn. Idlîb ji bo hêzên li wir şer dikin xwedî stratejiyeke girîng e. Deriyê Behra Spî ye. Tirkiye jî dixwaze di ser wê re xeyala xwe ya Osmanîtiyê pêk bîne. Xwest bêyî ku ew û Rûsya rûberî hev bibin vê yekê bike. Lê belê li Idlîbê tiştên dixwestin pêk nehatin. Piştî Efrînê, her ku çû krîzê kûrtir bû."    TÊKILIYA DYA Û RÛSYAYÊ    Yûsûf, anî ziman ku hema bêje niha Idlîb bûye qada şerê navdewletî û got, li Idlîbê DYA, NATO û hêzên Ewropî gefan li hev dixwin. Yûsûf, diyar kir ku ev pêvajo di 2019'an d edest pê kiriye û niha her diçe zêdetir dibe û got: "Krîz û nakokî didomin. Lê belê dîsa jî li vira Rûsya û DYA hinekî li hev kirine. Bi taybetî jî di hevdîtina Rûsya û DYA'yê ya li Îsraîlê de her du hêzan li hev kir. Kolîsyonê piştî DAIŞ'ê, li herêmê hêza Îranê kêm kir û koalîsyonek sunî çêkir. DYA'yê ji bo hin têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hin tevdîr girtin. Welatên ereb anîn cem hev du, bi pêşengiya Erebîstana Suûdî koalîsyonek çêkir û li hemberî Îranê hin hemle pêk anîn."    PEYMAN Û PLAN    Li gorî Yûsûfê; DYA'yê bi polîtîkaya xwe ya li dijî Îranê re ew û Rûsyayê bûne şirîkê hev. Yûsûf, got: "Ji be rhin hemle û polîtîkayên ku dê Rûsya li Sûriyeyê bike ev tişt pêk hatin. Ev peyman kir ku koalîsyon ji bo hin peymanên ku Rûsya bi Tirkiyeyê re kir û dê bike bêdeng bimîne. Her wiha gava Tirkiye berê xwe da rojhilatê Firatê, biryar girtin ku Rûsya li Îdlîbê xwe li bêdengiyê deyne. Di dawiyê de Tirkiye bi destûra her du aliyan êrîşî herêmê kir. Bi êrîşa Tirkiyeyê re, hiştin ku hêzên rejîmê jî têkevin herêmê û hêzên rejîm xurt bikin. Îhtimaleke mezin e, ev li gor lihevkirinekê hatiye kirin. Ji bo Tirkiye nebe sedema pirsgirêkan û planên wan baş pêk bên, ji bo Tirkiyeyê çavên xwe girtin. Tirkiye jî ket Girê Spî û Serêkaniyê. Ev planeke navdewletî ye. Awayekî dîtir yê komploya 9'ê Cotmehê ye."    LI HEMBERÎ ÎRAN Û TIRKIYEYÊ...   Yûsûf, anî ziman ku bi awayekî din geşedanên li Idlîb û tevahiya Sûriyeyê diqewimin, ji bo lawazkirina Tirkiyeyê ne û derpêş kir ku di ser Idlîbê re berê Tirkiyeyê dane Lîbyayê.    Yûsûf, destnîşan kir ku bi vî awayî her diçe Tirkiye tê teşhîrkirin û got: "A rast Rûsyayê bi peymana Astanayê ji tevahiya cîhanê re got, Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan. Yanî Tirkiyeyê xistin weziyeteke ku sûc dike. Hûrguliyên vê yekê pir in. Qada Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re girtin û li eskerên wan dan. Nikarin mudaxileyî vê yekê bikin. Hme li Idlib, hem li Lîbya, hem li Efrîn, hem li Serêkaniyê û Girê Spî Tirkiyeyê dorpêç kirin. Ev bû sedema korerêyekê."    Yûsûf, bal kişand ser 'agirbesta' ku Rûsya û Tirkiyeyê ji bo Îdlîbê di navbera xwe de çêkirin û got, tiştekê nepêbawer e û got, wê ev rewş zêde dirêj nedome. Yûsûf, destnîşan kir ku her du alî jî amadekariyên xwe yên şer dikin û got: "Rûsya û rejîma Sûriyeyê riya M5 bi dest xistin. Li gorî peymana nû jî wê Rûsya û Tirkiyeyê li rêya M4'an jî pev re dewriye bigerin. A ewil pêk nehat. Komên li wir di warê derûnî de şikestin. Êdî baweriya wan bi Tirkiyeyê anyê. Piştî vê wê krîzî sîrayetî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku Tirkiye nikare qada hewayî bi kar bîne an wê bêdeng bimîne û Idlîb ji dets biçe an jî heke daxilî şer bibe wê ev rewş berê xwe bid enava wê. Di vê rewşê de wê du rê li ber Tirkiyeyê bin. An ew û Rûsyayê wê bi hev re şer bikin an jî wê paş de gav bavêje. Gava paş de gav bavêjê û çeteyên li wir hemû berê xwe bidin Tirkiyeyê, wê krîza li Sûriyeyê veguhêze Tirkiyeyê."    MA / Nazim Daştan