Heftê tenê maskeyekê didin karkerên tekstîlê! 2020-03-20 09:18:26 ÇEWLIG - Li Çewligê ku li fabrîkayên tekstîlê ku bi sedan karker dixebitin, li dijî vîrusa coronayê nayên dezenfektekirin. Tê gotin, li fabrîkayekê karker bêyî lepikan û heftê bi maskeyekê tên xebitandin.  Li seranserê vîrusa coronayê (Covîd-19) hê jî belav dibe. Heta niha li Tirkiyeyê 4 kes ji ber vîrusa coronayê jiyana xwe ji dest dane û vîrus di 359 kesî de hatiye tespîtkirin. Lê belê ligel hemû bangawazî û hişyariyan, hê jî li hin deran tevdîr nayên girtin. Yek ji van bajarn jî Çewlig e. Li bajêr li fabrîkayên tekstîlê bi sedan karker dixebitin, li dijî vîrusa coronayê nayên dezenfektekirin. Tê gotin, li fabrîkayekê ku 200 karker dixebitin, bêyî lepikan û heftê bi maskeyekê tên xebitandin.    HEFTÊ MASKEYEKÊ DIDIN WAN   Karkerên li fabrîkayê dixebitin, anîn ziman ku rojê 10 saetan tên xebitandin û gotin: "Li fabrîkayê herî zêde me dikaribû 5 saetan maskeyê bi kar bîne. Çimkî cihê em lê dixebiîn pir toz lê hebû û em mecbûr diman maskê bavêjin. Lê belê rayedarên tekstîlê, her roj maskeyê nadin. Digotin, hûn ê maskeya rojane hefteyekê bi kar bînin. Li fabrîkayê 200 karker dixebitin. Kincên em didirûn jî hema bêje destê hemû karkeran pê dibe. Yanî em hemû destd idinê. Em lepikan dixwazin lê nadin. Her wiha em li heman cihî jî xwarinê dixwin. Heger yek jê nexweş bikeve, em ê giş pê bikevin."    ‘ME XWEST BÊ DEZEBKFEKTEKIRIN LÊ NEKIRIN'    Karkeran, diyar kir ku wan xwestiye fabrîke bê dezenfektekirin, lê belê rayedaran gotiye "şaredarî dezenfekteyê nake" û gotin: "Me jî got em di van şertan de naxebitin û me xwest em navberê bidin. Lê patron jî got, vîrus tenê bandorê li extiyaran dike, loma navber nedayê. Me tevdîrên li seranserê welat tên girtin bibîr xistin. Patron jî got, ê ku naxwaze bixebite bira derkeve. Piştî vê hin hevalên me dev ji kar berdan."    RAYEDARÊN FABRÎKAYÊ: KARKER TIM MASKEYAN DIXWAZIN    Têkildarî mijarê me telefonî rayedarên fabrîkayê kir, rayedaran derpêş kir ku ew lepik û maskeyan didin karkeran, lê belê karker tim maskeyan dixwazin. Rayedaran ji bo dezenkefteyê jî got: "Dibe u hatibe kirin, lê tam nizanim."    MA / Mahmût Rûvanas