Bi xaliyên kevin berzendikan, ji keviran tabloyan çêdikin 2020-03-20 09:19:04 WAN – Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, 4 ciwanan ji xwe re atolyeyeke vekiriye û li vê atolyeyê ji daran, ji xalî û kincên kevin gerdenî, guhar û ji kevirên ji qeraxa Gola Wanê kom dikin jî tabloyan çê dikin.    Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, 2 jê jin 4 ciwanan li Kolana Cumhûriyetê ji xwe re atolyeyeke vekiriye. Her 4 ciwan li vê atolyeyê ji daran, xalî û kincên kevin berzendik, gerdenî, guhar û ji kevirên ji qerexa Gola Wanê kom dikin jî tabloyan çêdikin.   Sûltan Kûtlûk ku bi benikan berzendikan çêdike û li ser textan wêneyan xêz dike got: "Armanca min, di vê serdema modern de çanda me bêtir bidim der. Di sala 2011'an de piştî erdhejê me bar kir em çûn Silopiyayê. Bapîra min kumik, şalgerdan û xalî çêdikirin. Min jî lê nerî û hîn bûm. Berê diya min ew jî xalî çêdikirin. Ji bo çanda me winda nebe, ez jî ketim nava hin lêgerînan."    ‘ARAM DIBIM'    Sedat Açikel jî ku bi textan û keviran tabloyan çêdike, li ser kevirên ku ji qeraxa Gola Wanê kom dike tabloyan çêdike. Açikel, diyar kir ku ji bo hînî vî karî bibe çûye qursê û got: "Bi kevirên ji qeraxa Gola Wanê em kom dikin, li atolyeyê li ser wan dişixulim. Bi taybetî li se rkeviran wêneyê kundan xêz dikim. Li ser textan jît iştên cuda. Ev berên lia tolyeyê hemû berên xiyalî ne. Gava vî karî dikim kêfxweş dibim. Huner, mirovan aram dike."    Serhat Işik jî got: "Me kincên kevn berhev kirin. Me ji amûrên din jî berzendik û gerdenî çêkirin. Ev dekorasyonên li atolyeyê hemû me çêkirine. Ji dolaban bigirin heta boyaxa dîwaran, me çêkirin. Me bi destan çêkir. Ez gerdenî, berzendik û guharan çêdikim. Gava vî karî dikim aram dibim."