AYM got, dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' şidetê teşwîq nake 2020-03-20 09:19:48 AMED – Dadgeha Qanûna Bingehîn, ji bo dirûşmeya "Bijî Serok Apo" destnîşan kir ku şidetê teşwîq nake û ji bo cezayê li Esma Seydaoglû hatiye birîn jî got, mafê azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin.  Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Amedê ku hat girtin, di 10'ê Tebaxa 2014'an de ji bo piştgiriyê bide namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û di 26'ê Tîrmeha 2014'an de jî ji bo li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li Kobaniyê şermezar bike, meşeke li dar xistibû. Lê belê ji ber ku di meşê de dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kiriye, der barê Esma Seydaoglû ya 61 salî de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin.   Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê hatibû vekirin û dadgehê di sala 2015'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 10 meh ceza li Seydaoglû birîbû û cezayê wê taloq kiribû. Li ser vê parêzerê wê Mehdî Ozdemîr jî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê îtiraz kiribû. Piştî ku dadgeha îstinafê serlêdana Ozdemîr red kiribû, Ozdemîr jî di sala 2015'an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû.    Parêzer Ozdemîr, destnîşan kir ku çendî ku li Tirkiyeyê hin derdor dirûşmeya "Bijî Serok Apo" qebûl nakin jî, lê belê gelek kes jî Abdullah ocalan wekî "rêber" qebûl dikin. Ozdemîr, anî ziman ku cezakirina muwekîla wê ya ji ber vê dirûşmeyê li dijî mewzûata Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye û got, li ser vê Dadgeha Qanûna Bingehîn jî ev yek di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de esas girtiye û gotiye, azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin.    Her wiha Ozdemîr, diyar kir ku dadgehê di biryara xwe de jî diyar kiriye ku ev dirûşme şidetê teşwîq nake.    Piştî vê biryara AYM'ê, ji bo jinûvedarizandinê dosye careke din ji Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê re hat şandin.