Xizmên girtiyan: Ji tirsa ku dê tiştek bê serê zarokên min xew bi çavê min nakeve 2020-03-20 09:20:05 ŞIRNEX - Piştî vîrusa coronayê her diçe hê bêtir berbelav dibe, endîşe û fikarên malbatên girtiyan jî zêde dibin. Nermiye Îverendî ku du zarokên wê girtîne, got: "Bi tirsa ku dê tiştek bê serê zarokên min xew bi çavê min nakeve."  Her diçe vîrusa coronayê (Covîd-19) li sernaserê cîhanê belav dibe. Heta niha li cîhanê bi hezaran mirov ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî hejmarên fermî li Tirkiyeyê jî heta niha 4 kes ji ber vîrusa navbirî jiyana xwe ji dest dane û di 391 kesî de jî vîrus hatiye tespîtkirin. Ji bo vê vîrusê baroyan û rêxistinên ciavak sivîl jî bang li Wezareta Dadê kiribû ku girtî hemû bên berdan. Her wiha malbat jî diyar dikin ku di vî warî de fikarên wan hene û dixwazin xizmên wan bên berdan.    Hatîce Beytûr (41) ku kurê wê Osman Beytûr (21) di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye, anî ziman ku 5 sal in kurê wê girtiye û xwest bê berdan. Dayik Bertûr, got: "Qet nebe hema ji bo demekê divê bên berdan. Şert û mercên girtîgehê ji bo paqijiyê ne guncan in. Li girtîgehê xizmeta tenduristiyê kêm e." Beytûr, berdana girtiyên li Îranê bibîr xist û got: "Berî ku ev vîrus li girtîgehan belav bibe, em dixwazin girtî hemû bên berdan."    ‘XEW BI ÇAVÊ MIN NAKEV'    Nermiye Îverendî (56) ku kurê wê Abdûllah di Girrtîgeha Tîpa L a Panosê û kurê wê Botan di Girtîgeha Tîpa D  a Amedê de ye, anî ziman ku ji ber tirsa ku dê tiştek bê serê zarokê wê xew bi çavê wê nakeve û got: "Zarokên me li wir bimirin jî li wan mêze nakin. Niha vîrus belav bûye. Em nizain wê çi bibe. Heta ev vîrus biqede em dixwazin zarokên me bên berdan."    ‘LI QAWÎŞEKÊ 40 KES DIMÎNIN'    Nilûfer Acû (47) ku kurê wê Mûzaffer di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye xwest girtî bên berdan û got: "Xwedê neke heger ev vîrus li girtîgehan belav bibe wê çi bibe? Di qawîşekê de 40 kes dimînin. Li kesekî peyda bibe, wê li girtîgehê gişî belav bibe. Loma em dixwazin zarokên me bên berdan."