Dr. Yerlîkaya: Li dijî vîrusê têkoşîna herî bibandor îzolasyona civakiyî ye 2020-03-20 09:20:39 AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Halîs Yerlîkaya, destnîşan kir ku têkoşîna herî bibandor a li dijî vîrusa coronayê, îzolasyona civakiyî ye û got, heta ne hewce be divê mirov dermanan bi kar neynin û kes neçe nexweşxaneyan.  Vîrusa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê bûye sedema bi hezaran mirovî û her diçe berbelav dibe. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên fermî heta niha 4 kes ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane û di 391 kesî de jî hatiye tespîtkirin. Her wiha ji ber ku li Tirkiyeyê li dijî vîrusê baş tevdîr nayên girtin, bertek tên nîşandin. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya, ji bo tevdîrgirtinê hin pêşniyar kirin. Yerlîkaya, destnîşan kir ku li dijî vîrusa coronayê têkoşîna herî bibandor îzolasyona civakiyî ye û got, heta ne hewce be divê mirov dermanan bi kar neyne û neçe nexweşxaneyan.    ‘HETA NE HEWCE BE NEÇIN NEXWEŞXANEYAN'    Yerlîkaya, bal kişand ser şaneyên vîrusê û got: "Heger, germa laş pir zêde be, kuxikek ziwa hebe û bêhn biçike tqez bira biçin nexweşxaneyê. Ji xeynî vê heger ne tiştekî lezgîn be, mesela singa mirov biêşê an jî tiştekî ku şaneya nexweşîne girîng be bira biçin. Ev vîrus e, antîbiyotîk tesîrê lê nakin. Her wiha niha li ber destê me vîtamîneke ku em bêjin tesîrê lê dike jî tuneye. Yanî tişta ku welatî bikin divê pergala laşê xurt bikin, hay ji tenduristiya xwe hebe û pr hay ji xewa xwe hebin. Herî kêm rojê divê 7 saetan rakevin, avê pir vexwin, hay ji xwarin û vexwarina xw ehebin. An jê em nikarin vê nexweşînê bi dermanan baş bikin. Kesên di grûba rîskê de ne jî, divê li gor îzolasyona civakiyî tev bigerin û bira li malê bin."    ‘HETA NE HEWCE BE DERMANAN BI KAR NEYNIN'    Yerlîkaya, destnîşan kir ku kesên nexweşînên wan ê kronîk hene, ji xeynî dermanên ku bijîşkan pêşniyar kiriye divê dermanine din bi kar neynin û got: "A rast di vê nexweşînê de grûba herî birîsk mirovên temenê wan di ser 60'î re ne. Bi taybetî kesên hîpertasyon, diyabet, nexweşîna dil a kronîk û nexweşîna gurçikan a kronîk tesîrê ji vê vîrusê digirin. Loma kesên di vê grûbê de divê dernekevin derve û li gor îzolasyona civakiyî tev bigerin. Êjar wê ên di vê grûbê de çi bikin? Herge dermanên wan hebin wê bi kar bînin."    ‘HEBÊN ÊŞBIR BI KAR NEYNIN'    Yerlîkaya, anî ziman ku divê her kes bi awayekî şexsî tevdîrên xwe bigire û pir neyên cem hev du. Yerlîkaya, diyar kir ku heta ne tiştekî lezgîn be divê kes neçe saziyên tenduristiyê û kesên semptomên vîrusê xwe tê de bidin der divê hebên êşbir bi kar neynin û got: "Dema raporên dermanan hatiye dirêjkirin. Ji bo hûn dermanên xwe li raporê binivîsin ne hewce ye hûn biçin nexweşxaneyê. Bêyî reçete jî dikarin ji dermanxaneyan bigrin. Raporên dema wan qediyane û hindik mane biqedin, dema wan heta meha Hezîranê hatiye dirêjkirin."    Yerlîkaya, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî vîrusê de bar dikeve ser milê her kesî û got: "Heta ji dest bê divê kes panşkê meke. Taliya talî ev pandemî xwedî potansiyeleke ku dikare bandorê li her kesî bike. Ev kar tenê di ser odeyên bijîşkan û sendîkayan re nayê meşandin. Di vir de her kes berpirsiyar e. Ji çapemeniyê bigire heta rêxistinên girseyî û pariyên siyasî, peywir dikeve ser milê her kesî."    Her wiha Yerlîkaya bal kişand ser şert û mercên xebatkarên tenduristiyê jî û bang kir ku divê şert û mercên xebatkarên tenduristiyê bên başkirin. Yerlîkaya, anî ziman ku wê hejmara weqayan zêde bibe û got: "Em xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneya ne. Em xebatkarên tenduristiyê di têkoşîna li dijî vê vîrusê de li refa herî pêş in. Em gel serwext dikin. Loma em dixwazin daxwazên kedkarên tenduristiyê pêk bên. Di vê têkoşînê de ê li pêş ew in. Em dixwazin pêdiviyên wan ên şexsî pêk bên, amûrên tenduristiyê bên peydakirin û şert û mercên wan bên başkirin. Em di vî warî de nameyan ji Wezareta Tenduristiyê re dişînin, em hevdîtinan pêk tînin."    MA / Lezgîn Akdenîz – Cahît Ozbek