Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Li girtîgehan tiştek biqewime berpirsiyar îqtidar e 2020-03-20 09:40:48 WAN - Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet, xwest girtî bên berdan û şert û mercên tenduristiyê û paqijiyê yên hikumxwaran jî bên başkirin. Melet, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Tiştekî neyînî biqewime, berpirsiyar îqtîdara siyasî ye."  Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet, anî ziman ku ji ber vîrusa coronayê girtîgeha deverên birîsk in. Melet, destnîşan kir ku rojek berî rojekê divê girtî bên berdan û ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got, hê jî tu daxuyanî nehatine dayîn û tiştekî neyînî biqewime berpirsiyar Wezareta Dadê û îqtidara siyasî ye.    'WEZARETA DADÊ BICIDIYET TEV NAGERE'    Melet, anî ziman ku her diçe vîruss belav dibe û bal kişand ser hişyariyên ku mirovên zanyar û Rêxistina Tenduirstiyê ya Cîhanê dike. Melet, diyar kir ku di rewşeke wiha de Wezareta Dadê ji bo girtîhena bicidiyet tevnagere. Meletî bal kişand ser rewşa kafe, restorant û eywanên sporê û got: "Dibêjin divê kes neyê cme hev du, lê belê li girtîgehan li qawîşên 20 kesî 40 kes dimînin. Wezareta Dadê, di rewşeke wiha de dihêle ku 40 kes li heman qawîşê bin û ji bo vê xwe li nedîtinê datîne. Ev vîrus bêtir li kesên ku binyeya wan lawaz, kesên extiyar û kesên nexweşîneke wan î kornîk hebe bandorê dike."    REDKIRINA HEVDÎTINÊ    Melet, anî ziman ku komek parêzerên ÎHD'ê çûne 3 girtîgehên li herêmê û xwstine bi mirûdrên girtîgehan û bi girtî û hikumxwaran re hevdîtinê pêk bînin û der barê tevdîrgirtinan de agahiyan bigirin, lê belê daxwazên wan nehatine qebûlkirin.    GIRTIYÊN NEXWEŞ    Melet, bibîr xist ku li gorî daneyên ÎHD'ê li hezar û 470 girtiyên nexweş hene û got: "Em tim dibêjin, gerek ev girtiyên nexweş bên berdan. Lê belê niha rewşeke cuda heye. Vîrusek belav dive û di vê rewşê de mayîn girtiyan a di girtîgehan de tê wateya mirinê. Binyeya wan lawaz e. Gelek nexweşînên wan hene. Baş nayên tedawîkirin. Her wiha divê ev mirov li cihên paqij û dezenfektekirî bin. Em dizanin tu girtîgeh li gor vê tevnagere."    'EM TU XEBERÊ JI GIRTÎGEHAN NAGIRIN'    Melet, anî ziman ku Wezareta Dadê ji bo vê mijarê daxuyaniyeke cidî nedaye û got, gere heyetên bêlaî û serbixwe biçin girtîgehan lêkolînan bikin. Melet, diyar kir ku parêzerên wan îro xwestine biçin girtîgehan û hevdîtinê bi girtiyan re bikin, lê belê hatine astengkirin. Melet, got: "Em tu xeberê ji girtîgehan nagirin. Demildest divê hezar û 470 girtiyên nexweş bên berdan."    '249 HEZAR GIRTÎ HENE'    Melet, anî ziman ku divê girtî bên berdan û bi awayekî negirtî bên darizandin û got, şert û mercên tenduristiyê û paqijiyê yên girtiyan jî demildest divê bên başkirin. Her wiha Melet bal kişand ser rewşa zarokên di girtîgehan de jî got: "Niha bi sedan zarok tevdî dayikên xwe girtîne. Dayik hemû tevî zarokên xwe divê bên berdan. Niha li Tirkiyeyê 800 zarok girtîne. Gava em dibêjin bira bên berdan, em dibêjin bira bi awayekî negirtî bên darizandin. Em nabêjin darazê berteref bikin. Niha bi hezaran girtî hene. Her wiha divê girtiyên hikum nexwaribin jî bên berdan. Daxwaza me ya din jî divê demildest şert û mercên tenduristiyê û yên paqijyê yên girtiyan hikumxwaran bên başkirin. Heger ev tişt pêk bên wê pêşî li ber komkujiyeke mezin bê girtin. Niha 249 hezar girtî hene. Heger ev tiltên em dibêjin pêk bên tenê wê hikumxwar bimînin. Ev jî tê wateya ku wê ji sê paran du parên girtîgehan vala bibin. Wê di rewşeke wiha de cihê hikumxwaran fireh bibe û şert û mercên wan ê paqijî, tenduristî û xwarinê jî baş bibe."    BERPIRSIYAR ÎQTIDAR E    Melet, anî ziman ku gava vîrus pir belav bibe divê himkumxwar jî bi şertê girtîgeha malê bên berdan û got: "Wezareta Dadê divê berpissiyariya xwe ya di vî warî de pêk bîne. Heger pêk neyne û li girtîgehan tiştek neyînî biqewime berpirsiyar Wezareta Dadê û îqtidara siyasî ya heyî ye."    'BILA HEYETEKE SERBIXWE BIÇE ÎMRALIYÊ'    Her wiha Melet bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Mijareke din a girîng jî Girtîgeha Îmraliyê ye. Heta niha hê jî der barê rewşa Girtîgeha Îmraliyê û Ocalan de tu daxuyanî nehatiye dayîn. Şert û mercên Îmraliyê demildest divê bên başkirin û heyetên serbixwe û bêalî biçin Îmraliyê û hem malbat hemê jî civakê serwext bikin."    Melet, diyar kir ku ji bo fikarên malbatan nemînin di serî de Ocalan û bi giştî hemû girtî û hikumxwar herî kêm heftê carekê bi awayekî dîmeniyî hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin.    MA / Cemîl Ûgûr