Şakar: Nêzîkatiya herî adil pêkanîna azadiya Ocalan e 2020-03-20 10:37:01 STENBOL – Hiqûqnas Mahmût Şakar têkildarî pêşniyaza Ocalan a rêya sêyemîn got: “Divê ew xwe ne wek parçeyê sêyem ê îqtîdarê bibînin, divê ew ji bo pergalek demokratik xwe bi rêxistin bikin.” Şakar bal kişand ser metirsiya vîrûsa koronayê û got: “Divê beriya her tiştî nêzîkatiya adil pêkanîna azadiya birêz Ocalan e.” Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar têkildarî hevdîtin û nêrîna dawî ya Ocalan ji ajansa me re axivî.   Şakar anî ziman ku pergala Îmraliyê parçeyek û dewama komploya navdewletî ye û got: “Girtîgeha Îmraliyê xwedî taybetmendiyek û cihek stratejîk e. Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin vê tecrîdê li ser gelê kurd rewa bikin. Jixwe terza vê tecrîdê di xwezaya pergalê de heye. Ji roja ewil ve vê pergalê li wir honandine. Hevdîtina malbat û parêzeran jî di nava vê pergala honandî de ye. Geşedanên polîtîk rojane li wir xwe didin nîşandan. Yek ji krîtera dîroka Îmralî ya ku xwe şaş nake ye. Mafê her girtî yê hevdîtinê heye. Lê bi pergalek zanebûn nahêlin hevdîtin li Îmraliyê pêk were. Ji ber sedemên polîtîk tenê hevdîtin pêk tê. Ji ber krîza Idlibê, şewata li Îmraliyê û nerazîbûnên li Kurdistan û Ewropa pêşî li hevdîtinekê vekirin. Ez carek din dixwazim bi bîra hikumetê bixim ku bi hevdîtinekê tecrîd ranabe. Ev geşedan jî nîşanî me dide ku ka em ê çawa vê tecrîdê bişînin û rê ji xwe re bibînin.”    ‘KURD Û HÊZÊN DEMOKRATÎK LINGÊ SÊYEMÎN IN’    Şakar bal kişand ser “metafora maseyê” ya Ocalan û got: “Pênasekirina wî ya ji bo maseyê hegomonya ji bo hêzên i Tirkiyê ne. Qala Kemalîstan û îqîtdara niha dike. Dibêje ku her du hêz jî ji bo pergalê îqtîdarên hegomonîk in. Li gel van her du damarên bingehîn ên îqtîdarê têkoşîna azadiya gelê kurd jî li gel vê yekê li pêş dikeve û wek dînamîka demokratik û gelparêz di dika dîrokê de cihê xwe digire.”    ‘EW NE ÎQTÎDAR DIVÊ EW PERGALEK DEMORKATÎK AVA BIKIN’    Şakar da zanîn ku ew dikarin li Tirkiyê behsa hebûna xet ango rêya sêyem ku bibe lingê sêyemîn ê maseyê ku hebûna wê heye bikin û wiha got: “Yên li derveyî şerê hêzê ya ji bo îqtîdara hegomonîk dimînin yanî Kurd û gelên din hemû derdorên çepgir û demokratik wek vebijêrka demokratîk temsîl dikin. HDP yek ji vê projeyê ye. HDP ji bo gelan hêvî ye. HDP alternatîfa demokrtîkbûnê ye. Jixwe Ocalan paradîgma xwe li ser esasên demokratîkbûnê li pêş dixe. Ocalan destnîşan dike ku ji yekîneya herî biçûk û xwecihî bigire gel û hêzên demokrasiyê xwe birêxistin bikin, rêxistinbûna girêdayî hêza xwe ya cewherî divê wek terza jiyanek nû were li pêş xistin. Divê ew xwe ne wek parçeyê sêyem a îqtîdarê bibînin, xwe wek pergalek demokratîk a alternatif bibînin.”   ‘PARADÎGMA Û ŞOREŞ YEK IN’    Şakar bal kişand ser nêrîna Ocalan a derbarê Rojavayê Kurdistanê de û got: “Heke ev fikr û raman û bîrdozî li wir tunebûya mirov dikaribû behsa vê Şoreşa Rojava bikira, na ez ne bawerim. Ji ber vê yeke ne mimkin e ku paradîgma Ocalan û Şoreşa Rojava ji hev were cudakirin ango veqetandin.”     ‘BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ AZAD BIBE’    Şakar bal kişand ser metirsiya vîrûsa koronayê ya ji bo girtîgehan û got: “Vîrûsa koronayê ji bo her kesî talûke ye. Ji bo girtiyan metirsiya herî mezin e. Girtî ji her tiştî ji paqijiyê bigire heta tiştên tibî ji her cûre xizmeta tenduristiyê bêpar in. Divê girtî bi rêya telefonan li ser hev bi malbat û parêzerên xwe re dikaribin biaxivin yanî divê ev îmkan were çêkirin. Wek ku li Îranê pêk hat, tahliyekirina girtiyan çareseriya herî guncav e. Ji bo birêz Ocalan jî cihek paqij û parastî divê were veqetandin. Divê demildest tedbîrên tenduristiyê yên lezgîn werin girtin. Dewlet ji vê yekê berpirsiyar e. Heke destûrê nedin malbat û parêzeran, lê divê bi awayek birêkûpêk pêwîste peywendiya telefonê hebe. Ji bilî vê yekê jî yanî beriya her tiştî ji bo Ocalan em di warê polîtîk û hem jî di warê hiqûqî de nêzîkatiya herî adil helbet pêkanîna azadiy wî ye.”    MA / Ferhat Çelîk