‘Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên 12’yê Îlonê di dewrê de ne’ 2020-03-20 10:57:19 STENBOL - Girtiyên siyasî yên ji Maltepê bi zorê sewqî Girtîgeha Afyonê hatin kirin, diyar kirin ku pêkanên darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê kirine dewrê û xwestin şandeyek bi lezgînî bê girtîgehê û rewşa heyî li cihê wê lêkolîn bike.   24 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Maltepê ya Stenbolê diman, di 9’ê Adarê de bi zorê sîrgûnê girtîgehên din hatin kirin. Ji van girtiyan 16 jê sewqî Girtîgeha Afyonê û 8 jê Girtîgeha Bandirmayê hatin kirin. Rayedarên girtîgehê derbarê sewqên girtiyan de bi tu awayî agahî nedan malbatan. Piştî ku malbat li girtîgehê geriyan nû agahiya wan çêbû ku zarokên wan hatin sîrgûnkirin.    Di nava girtiyên hatin sewqkirin de girtiyên nexweş Mehmet Soylû, Velat Kazanççi, Hamît Çelîk û Abdullah Ongûllû jî hene. Girtiyên li ser telefonê xwe gihandin malbatên xwe, diyar kirin ku bi awayekê pergalî îşkence ketiye dewrê û got: “Ji ber vîrusa koronayê girtiyan di odeyên yek kesî de digirin. Piştî her hevdîtinê bi awayekê pergalê em tên derpkirin.”    GARDIYAN: KES NIKARE TÊKILÎ ME BIBE   Abdûllah Ongûllû yê di nava girtiyên bi zorê hatin sewqkirin de, bi telefonê li malbata xwe geriya û hemû şertên di girtîgehê de vegotin. Ongûllû, derbarê şert û mercên girtîgehê de ev agahî dan: “Her tim bi ser qawîşan de digirin, hejmara li ser piyan û pergal leşkerî ferzî me dikin. Derbarê vê de me ji Serokkomar û Wezîrê Dadê re daxwaznameyên gilî kirinê nivîsandin, lê rayedarên girtîgehê ev daxwaznameyên me ne şandin. Gardiyan ji me re dibêjin ‘Em çi bixwazin emê wê bikin, kes nikare têkîlî me bibe.’ Me bi van gotinan tehdît dikin.”   PÊKANÎNÊN 12’YÊ ÎLONÊ KIRINE DEWRÊ   Ongûllû, dest nîşan kir ku pêkanên zextan li girtîgehê kirine dewrê û wiha got: “Bi darê zorê, merşan bi girtiyan didin xwendin. Ev pêkanîn tenê li vê derê hene. Dema em li dij derdikevin jî, bi awayekê fîzîkî mudaxileyê me dikin. Dûre ev mudaxile vediguhere tundiyê. Li vê derê hemû tişt kirine amûrê zextan û hewl didin vê veguherînin îşkenceyê. Li vê derê pêkanînên darbeya 12’yê Îlonê kirine dewrê. Ji ber vê yekê di şandeyek ji bo çavderiyê demildest were girtîgehê û rewşa heyî lêkolîn bike.”   ÎŞKENCEYEK BI PERGALÎ   Birayê Welat Kazanççî yê hat sîrgûnkirin Bawer Kazanççî jî, diyar kir ku birayê wî bi telefonê li wî geriyaye û wiha axivî: “Birayê min di hevdîtinê behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Piştî sewqî birayê min her tim rastî îşkenceyê hatiye û hatiye derpkirin.”    Hevjîna Hamît Çelîk ê hat sewqkirin, Gurbet Çelîk jî, da zanîn ku hevjînê wê li wê geriyaye û jê re gotiye rewşa wan qet nebaşe. Çelîk, anî ziman ku hevjînê wê bi israr dibêje neyin hevdîtinê û wiha got: “Piştî hemû hevdîtinan hevjînê min û hevalên wî derp dikin.”   Xebat Soylû jî, diyar kir ku bavê wî Mehmet Soylû girtiyekê nexweşîna girane û wiha got: “Bavê min roja Yekşemê li min geriya. Ji min re got rewşa wî nebaşe. Di dema sewqê de, bavê min rastî mûameleyek xirab hatiye. Rewş wî pir xerab bû. Divê demildest bê dermankirin. Li gel vê jî ji ber vîrusa koronayê di odeya yek kesî de tê girtin. Ji ber ku li Maltepê cih namîne 16 girtiyan sewq dikin. Her 16 girtî jî niha di odeyên yek kesî de tên girtin. Nexweşiya bavê min pêş ketiye. Divê parêzer biçin hevdîtin û di cih de rewşa wan lêkolîn bikin.”