Hatîp Dîcle: Ocalan têkoşîna azadiya kurd weke têkoşîna Newrozê dibîne 2020-03-20 11:53:06 ENQERE – Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle bal kişand ser girîngiya peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên Newroza salên 2013, 2014 û 2015’an û got: “Birêz Ocalan têkoşîna azadiya gelê kurd wek têkoşîna Newrozê pênase dike û girîngiyek mezin didê.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1993an vir ve israra xwe ya ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin di her Newrozê de anî ziman. Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin di navbera salên 2013, 2014 û 2015’an bi rêya Şandeya Îmraliyê peyam şand Newroza Amedê. Endamê Şandeya Îmraliyê siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle bi minasebeta cejna Newroza 2020’an ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya peyamên Ocalan ên ji bo Newrozê.    ‘BIRÊZ OCALAN TÊKOŞÎNA AZADIYA GELÊ KURD WEK TÊKOŞÎNA NEWROZÊ DIBÎNE’    Dîcle dîroka Newrozê bibîr xist û wiha got: “Newroz berxwedana azadiya gelekî ya li dijî ku tunebûna wê tê xwestinê ye. Newroz berxwedan azadiyê ye. Kurd hem azadiya xwe hem jî azadiya gelên Rojhilata Navîn ji zilma kralê Asûrê rizgar dike. Ji wê rojê ev roj ji aliyê gelan ve wek cejn tê pîrozkirin. Ji ber vê yeke birêz Ocalan, girîngiya Newrozê tîne ziman. Birêz Ocalan berxwedana Mazlûm Dogan a li Zîndana Amedê wek berxwedana Kawayê Hemdem dibîne. Di demek ku gelê kurd dihat qirkirin de Kawayê Hemdem berxwedanê li dar xist û gelê kurd ji qirkirina tunekirinê rizgar kir. Birêz Ocalan têkoşîna azadiya gelê kurd wek têkoşîna Newrozê pênase dike û girîngiyek mezin didê. Ji berk u gelê kurd veguheriye gelê Newrozê gelek gelek girîngiya mezin dide Newrozê.”   Dîcle destnîşan kir ku Ocalan di salên 2013, 2014 û 2015an de û di axaftinên xwe yên Newrozên bere de jî her tim di çarçoveya têkoşîna azadiyê Newrozê wek mîladekê dibîne û Ocalan her serdem di vê çarçoveyê de peyama Newrozê dide.    MA / Bêrîvan Altan