‘Di rojên koronayê de ji rojnamegeran re azadî’ 2020-03-20 13:30:58 STENBOL – Înîsiyatîfa Haberin Var Mi (Agahiya te heye) li dijî metirsiya vîrûsa koronayê li ser medya civakî kampanya berdana rojnamegerên girtî da destpêkirin.    Înîsiyatîfa Haberin Var Mi (Agahiya te heye) ku ji aliyê rojnamegeran ve hat avakirin, ji bo hevpîşeyên xwe yên girtî dest bi kampanyayê kirin. Înîsiyatîfê bal kişand ser metirsiya vîrûsa koronayê û bi etîketa #TutukluGazetecilereÖzgürlük (#JiRojnamegerênGirtîReAzadî) li ser medya civakî kampanya da destpêkirin. Înîsiyatîf bi vê kapmanyayê dixwaze ku rojnamegerên girtî hemû werin berdan. Înîsiyatîf dibêje ku tiştek bi rojnamegerên girtî bibe wê kî hesab bide û pirsa vê yeke dikin. Înîsiyatîf wiha got: “Di rojên vîrûsa koronayê de em ji rojnamegeran re azadî dixwazin.”