Pakêta Darazê ya Duyemîn pêşkêşî Meclîsê hat kirin 2020-03-20 14:08:27   ENQERE – AKP’ê, Pakêta Darazê ya Duyemîn pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir.    Serokwekîlê Koma AKP’ê Mehmet Mûş, diyar kir ku wan Pakêta Darazê ya Duyemîn a veguhertina Qanûna Dadgeriyê ya Hiqûqî pêşbînî dibîne pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.    Mûş, diyar kir ku ew derbarê sererastkirina înfazê de gehiştine asta dawî û got: “Di hefteya pêş me de, emê bi komên partiyên siyasî yên din re hevdîtinê bikin. Piştî hevdîtinê emê pêşniyara xwe amede bikin û pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bikin.”