Li ser nerazîbûna xelkê DEDAŞ’ê ceryana gundan berda 2020-03-20 14:09:28   MÊRDÎN – DEDAŞ’ê li navçeya Dêrikê li ser bertek nîşandayîna xelkê birîna ceryanê da sekinandin.    Şirketa ceryanê DEDAŞ’ê li gelek gundên girêdayî navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji ber nedayîna deynên ceryanê yê cotkaran ceryana gundan birîbû. Duh ajansa me Mezopotamya bi gundiyan re axivî bû û nûçeya bi sernavê “Vîrûsa koronayê jî DEDAŞ’ê neda sekinandin: Gund 3 roj in bêceryan û bêav in” serwîs kiribû. Ev nûçe rê li ber bertekan vekiribû. Li ser van bertekên xelkê DEDAŞ’ê birîna ceryanê da sekinandin û ceryana xelkê berda. Piştî berdana ceryanê ava xelkê jî hat.    Xelkê gundan ji ber vîrûsa koronayê ku divê paqijiyê bikin û ji ber nebûna avê nerazîbûnên xwe anîbûn ziman.