KCD'ê Newroza gelan pîroz kir 2020-03-20 14:27:06 AMED - KCD'ê di peyama weşand de, bi daxwaza rakirina tecrîda mutleq, siyaseta demorkatîk, cîhaneke bi tendurist a aştî û çareserî lê serwer bûyî, Cejna Newroza gelan pîroz kir.  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê 21’ê Adarê Newrozê de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê dehat ragihandin di pêvajoyeke wisa de ku agirê berxwedanê ji hêla Kawayên Hemdem Mazlûman û hevpiştên wan ve hatiye vêxistin em dikevin Newroza 2020’an. Di vê Newrozê de jî tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye li dijî brêz Ocalan tê şidandin û bi israr tê xwestin ku bê berdewamkirin.   Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:   “Em di pêvajoyek ku li cîhanê hemû tişt serobino dibe, hêzên statuko derbeyên mezin dixwin, risk û îmkanên ku di heman bingehê de jiyanî dibin û guherînên mezin ku xwe ferz dikin re derbas dibin.   Di serî de pergala modern a cîhanê, şerên hegemon, bi penaberbûnê, koçberkirinê, zad, av û tenduristiya ku hatiye metakirin krîzên tenduristiyê pêş dixe û dixwaze kaos, antidemokratikbûn, otorîter û totaliteriya ku ava kiriye înşa bike û ji bo vê di nava lêgerînê de ye.   Ev pêvajo, ji bo gelê Kurd û ji bo bindestan ji hemû deman bêhtir nîşaneyê pê dixe ku hê bêhtir nêzî azadiyê ne. Civaka Kurd a ku bi rêxistinkirinê Yekîtiya xwe ya Netewî ava kiriye bi gelên din re dikare ji krîzên hatine afirandin re bibe çareserî û alternatîfên sereke.   Di pêvajoyeke wisa de ku agirê berxwedanê ji hêla Kawayên Hemdem Mazlûman û hevpiştên wan ve hatiye vêxistin em dikevin Newroza 2020’an. Di vê Newrozê de jî tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye li dijî birêz Ocalan tê şidandin û bi israr tê xwestin ku bê berdewamkirin.   NEWROZ BÛYE MEŞALEYA BIHARÊ   Ji hêla din ve jî bi awayekî xemgînî em dixwazin îfade bikin ku ji ber rîska tenduristî ya vîrusa Covîd19 a ku cîhan dorpêçkiriye me biryar girt ku em û saziyên xwe Newroza 2020’an bi girseyî pîroz nekin. Li hemberî gefa vîrusa ku jiyana gelê me û ya hemû cîhanê dixe xetereyê divê herkes bi berpirsiyarî tev bigere. Ji bo tenduristiya civakê ya herî rast ew e ku herkes li kolan û qadên xwe Newrozê pîroz bike. Hêvî û bendewariya me ew e ku mirovên zanist bi sinca zanistî û di encama xebatên zanistî de vê vîrusê demek ji ya din zûtir bigirin bin kontrolê.   Em jî wekî Kongreya Civaka Demokratîk difikirin ku şert û merca esasî ya civaka bi tendurist hevsengê civaka bi rêxistinkiriye. Em careke din îfade dikin ku bi hêviya cîhanek bi tendurist, rakirina tecrîdê, çareserî û aşitî li seranserê cîhanê serwer bibe; Em di serî de cejna Newrozê ya gelê Kurd û ya hemû Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em niyaz dikin ku Newroza bûye meşaleya biharê, berxwedan û azadiyê ji bo hemû gelan aşitî, biratî, wekhevî û azadiyê bîne.”