Ceylan: Wê îşev dîmenek bi heybet derkevê holê 2020-03-20 14:53:22 AMED - Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, bang li gel kir ku îşev saet 20.02’an li her derê Newrozê pîroz bikin û got: “Wê di pîrozbahiyên îsal de dîmenek bi heybet derkeve holê.  Ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) a li tevahiya cîhanê belav bûye, Newroza îsal a bi girseyî hat betalkirin. Ji ber vê welatî wê li tevahiya welat, îşev saet 20.20’an bi pêxistina elektrîkên destan, çeqmeq, ronahiyên telefonên xwe, berzkirina tilîlî û gotina stranan Newrozê pîroz bikin.    Hevserokê HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan, hemû gel dawî çalakiyên li dar xibin kir. Ceylan, diyar kir ku Newroz ji bo wan pir girînge û wiha axivî: “Newroz awayê jiyana me ye. Ji ber vîrûsa koronayê me pîrozbahiyên bi girseyî betal kirin. Me tenduristiya gelê xwe fikirî. Em xwedî wê peywirêne ku tenduristiya gelê xwe biparêzin. Ji bo vê me Newroza bi girseyî betal kir, lê me Newroza xwe betal kir. Emê hem Newroza xwe pîroz bikin û hem jî tenduristiya xwe, gelê û malbata xwe biparêzin.”    ‘WÊ DÎMENEK BI HEYBET DERKEVE HOLÊ’   Ceylan, bang li gel kir û wiha  got: “Li her ciha ku gel lê ye, emê îşev saet 20.20’an de Newroza xwe bi coşekê mezin pîroz bikin. Bi pîrozbahiyên bên kirin, wê dîmenek bi heybet derkeve holê. Em li ser vî esasî gelê xwe dawetî pîrozbahiyên Newrozê dikin.”    ‘EMÊ BI RUHÊ NEWROZ’Ê PÎROZ BIKIN’   Ceylan, bal kişand ser şeva dawî ya Newrozê û wiha got: “Emê Newroza xwe pîroz bikin. Dibe ku sibe jî pîrozbahiyên me dewam bikin. Emê bi ruhê Newrozê, Newroza xwe pîroz bikin.