Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Çelîk: Kelûpelên parastina li nexweşxaneyan kêm in 2020-03-20 15:10:06 AGIRÎ – Serokeya Bijîşkan a Agiriyê Kasim Çelîk diyar kir ku bajarê wan ji ber sînorê Îranê ye ekîpmanê ji bo tenduristiyê li nexweşxaneyan têr bike nîne. Vîrûsa koronayê çawa ku li tevahiya dinyayê gefan dixwe li Tirkiyê jî gef dixwe û ev şewb li Tirkiyê berbelav dibe. Dane û tedbîrên Wezareta Tenduristiyê ku qala wan dike tên nîqaşkirin. Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Dr. Kasim Çelîk têkildarî gefa şewba koronayê axivî û da zanîn ku li Agiriyê tenê du bijîşkên enfeksiyonê hene û divê bi lezgînî bijîşkên enfeksiyonê bişînin bajarê Agariyê ku cîranê Îranê ye.    ‘BIJÎŞKEK BI MASKEYEK DIXEBITE’    Dr. Kasim Çelîk anî ziman ku talûkeya vîrûsê li ser Agiriyê jî zêde bûye û xelk ketiye nava metirsiyan. Çelîk bal kişand ser kêmasiya kelûpelên xebatkarên tenduristiyê û got: “Ekîpman yanî kelûpelên xebatkarên tenduristiyê têr nakin. Hindik kelûpel hene. Divê kelûpelên wek maske, lepik, berçavk, pêşmalk, dezenfektana destan, sabûn, av û kelûpelên paqijiyê werin dabînkirin. Divê hemû tedbîrên parastinê werin girtin. Bijîşkek ji serê sibê heta êvarê ji ber tunebûnê neçare bi maskekê bixebite. Ekîpmanê ji bo tenduristiyê li nexweşxaneyan têr bike nîne. Ji ber kêmasiya kelûpelan em nikarin bixebitin. Tişta ku di televîzyonan de xuya dike li vir nîne.”    ‘TESTA BIJÎŞKEKÎ POZÎTÎF DERKETIYE’   Çelîk got agahiyên ku li Agiriyê testên vîrûsa koronayê yên bijîşkek pozîtîf derketiye bihîstine û got: “Li vir carek din xwe dide nîşandan kelûpelên parastinê çiqas girîng in. Divê di serî li navçeya Bazîdê û li tevahiya Agiriyê kelûpelên parastinê werin zêdekirin û divê di her warî de xebatkarên tenduristiyê werin agahdarkirin.”    ‘PAQIJÎ LI NEXWEŞXANEYÊN SAHRA NÎNE’    Çelîk diyar kir ku li nexweşxaneyên sahra yên li ser sînor hatine avakirin jî paqijî di astek nebaş de ye û hejmara personelên tenduristiyê têr nake.