Kesên ji Îtalyayê hatin Çewligê testa wan nehat kirin! 2020-03-20 15:36:22 ÇEWLÎG - 3 kesên ji Îtalya û kesekê ji Elmanyayê hatin Çewligê testa wan nehat kirin û derbasî gundê xwe bûn. Ev yek bû sedema fikaran welatiyan.    4 kesên li gundekê girêdayî navenda Çewlîgê rûdin in û ev demek dirêj derveyî welat dixebitin vegeriyan gundê xwe. 3 kes ji Îtalyeya ku vîrûs lê belav bûye û kesek jî ji Elmanyayê bi giştî 4 kesên li Balafirgeha Çewlîgê hatin xwarî rasterast çûn gundê. Ev yek bû sedama fikar û gumanên welatiyên li gund dijîn.  Piştî Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr derbarê bûyerê de hat agahdarkirin, gelek leşker û ambûlans sewqî gund hatin kirin. Hat dest nîşan kirin ku ji bo 4 welatiyan kontrola tenduristiyê nehatiye kirin û ji wan re hatiye gotin ku ji malên xwe dernekevin.     Hat diyar kirin ku ekîbên tenduristiyê yên hatin gund bêyî ku testa her 4 welatiyan bikin ji gund veqetiyan e