Li Wan, Bedlîs û Mûşê banga pîrozbahiya Newrozê hat kirin 2020-03-20 15:38:11 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokên rêxistinên HDP’ê yên Wan, Mûş û Bedlîsê banga pîrozbahiya Newrozê ya di şaneşîn û şibakan de li xelkê kirin û xwestin her kes pîrozbahiyê li dar bixe.    Bernameyên pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî îsal ji ber metirsiya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) hatin betalkirin. HDP’ê biryar da ku gel Newroza îsal di şaneşîn û şibakên xwe de pîroz bike. Bangên ji bo pîrozbahiya Newrozê ji bajarên Serhedê jî hat. Hevserokên rêxistinên HDP’ê yên Wan, Mûş û Bedlîsê banga pîrozbahiya Newrozê li xelkê kirin.    WAN    Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Wanê Oznûr Bartin û Okkeş Kava cejna Newrozê ya gelê kurd û tevahiya gelên cîhanê pîroz kirin û gotin: “Em ê bi agirê Newrozê her deverê ronî bikin. Em dixwazin gelê me îro êvarê saet di 20.20’an de li şaneşîn û şibakên malê xwe û li her cihê gelê me lê ye Newrozê pîroz bikin.”    BEDLÎS    Serokê Rêxistina HDP’ê yê Bedlîsê Rûmet Dûrsûn jî diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd xwedî wateyek girîng e û got: “Her çirûsk wê agirê azadiyê mezin bike. Em gelê xwe êvarê vedixwînin pîrozbahiya Newrozê ya li malên xwe.”    MÛŞ    Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Mûşê Sîbel Genç û Abdulbarî Yîgît jî banga pîrozbahiya Newrozê ya saet di 20.20’an li gelê Mûşê kirin û gotin: “Werin em li dora agirê Newrozê azadî û yekîtiya xwe çê bikin. Ev agirê azadiya kurdan e.”