Ji pîrozbahiya Newrozê re çend saet man 2020-03-20 16:27:04 STENBOL – Pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê îsal ji ber metirsiya vîrûsa koronayê hatin betalkirin. Newroz îro êvarê wê ji aliyê xelkê ve saet di 20.20’an de li şaneşîn, şibak û terasên malan were pîrozkirin. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû vê bangê kir: “Em her deverê veguherînin qada Newrozê.”  Ji salên 1990’an heta îsal pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî ku beşdariya pîrozbahiyan digihîşt bi milyonan kes dihat pîrozkirin. Îsal ji ber metirsiya vîrûsa koronayê pîrozbahiyê Newrozê yên girseyî hatin betalkirin. Ji ber vê şewba vîrûsê dê li ser banga KCD, TJA, DBP, HDP û HDK’ê welatî Newrozê li şaneşîn, şibak û baniyên xaniyên xwe saet di 20.20’an de pîroz bikin. Yek ji van cihên pîrozbahiyên girseya mezin Stenbol e. Rêveberên HDP’ê û HDK’ê ji bo pîrozbahiya Newrozê bang li xelkê Stenbolê kirin.    ‘EM HER DEVERÊ VEGUHERÎNIN QADA NEWROZÊ’    Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû got dê yekem car îsal ji ber vîrûsa koronayê gel Newrozê li qadan pîroz neke û wiha banga pîrozbahiya Newrozê kir: “Daxwazên jinan ên li qadên 8’ê Adarê wê bi agirê raperîna Newrozê mezin bibe. Gel li ku dibe bila bibe wê her deverî ango qadê veguherîne qada pîrozbahiya Newrozê. Em li her cihê lê ne veguherînin qada Newrozê. Em Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Bijî Newroz.”    ‘EM Ê RIHÊ NEWROZÊ BIDIN NÎŞANDAN’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî da zanîn ku ji ber şewba vîrûsê dê îsal Newrozê li qadan pîroz nekin û got: “Her çiqas em li qadan Newrozê pîroz nekin jî, lê em ê rihê pîrozbahiya Newrozê bidin nîşandan. Em rihê Newrozê li şaneşîn, şibak, teras û her deverê saet di 20.20’an de pîroz bikin. Em nehêlin ku ev rih bê giyan bimîne. Her wiha em bi dirûşm û tîlîliyên xwe dengê pîrozbahiya Newrozê bilind bikin.”    ‘BI RIHEK HEVPAR EM NEWROZÊ PÎROZ BIKIN’    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî anî ziman ku Newroz mizgîniya berxwedan, aştî û jiyana nû ye û xwest her kes bi rihek hevpar pîrozbahiya Newrozê li dar bixe. Gulum her kesî vexwend pîrozbahiya saet di 20.20’an de.